04:42 22 Hezîran 2018
Çekên kîmyewî

CIA: ‘DAIŞê çekên kîmyewî bi kar anîn'

© AP Photo / Alfonso Perez
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Dîrektorê CIAyê John Brennan destnîşan kir ku rêxistina terorîst ya DAIŞê çekên kîmyewî bi kar anîn.

Navenda Nûçeyan - Dîrektorê CIAyê John Brennan, di bernameya '60 Minutes'a televîzyona CBSê de destnîşan kir ku rêxistina terorîst ya DAIŞê li herêmên şer çekên kîmyewî bi kar anîne û mînak jî pir in.

Brennan di axaftina xwe de got: ‘ Kapasîteya hîlberîna xaza xerdel û klorê a rêxistina terorîst ya DAIŞê heye û dibe rêxistina terorîst vê xaza kîmyewî îxracî welatên rojavayî bike.'

John Brennan di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘ Îstîxbarata Amerîkayê li Iraq û Sûriyeyê ji b ovan laboratuwarên DAIŞê ku çekên kîmyewî hilberîne tespit bike, bi awayê aktîf tev li hewldanan bûye.'

​Rêxistina Xedekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ragihandibû ku DAIŞê di meha Mijdara 2015an de li Sûriyeyê di hinek pevçûnan de çekên kîmyewî bi kar anîne.

Bi heman mijarî:

Rûsya: ‘Îhtîmaleke mezin DAIŞ çekên kîmyewî bi kar tîne
OPCW: Li Sûriyeyê çekên kîmyewî tên bikaranîn
Moskova: DAIŞ çekên kîmyewî bi dest dixe
KOBANÊ - DAIŞê bi çekên kîmyewî êriş kir
YPG: DAIŞ li Hesekê û Til Berak çekên kîmyewî bi kar anî
Etîketan:
Rêxistina Xedekirina Çekên Kîmyewî (OPCW), CBS, CIA, DAIŞ, John Brennan, Sûriye, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de