21:14 21 Hezîran 2018
Civîna Munîxê

Hêzên navneteweyî ji bo agirbesta Sûriyeyê li hev kirin

© AP Photo / Michael Dalder
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Hêzên navneteweyî li Munixê, li ser planeke kar bi armanca agirbestekê û derbaskirina alîkariyên mirovî bo deverên dorpêçkirî li hev kirin.

Navenda Nûçeyan — Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry, îro di konfiranseke rojnamevanî de li Munixê ragehand ku, piştî danûstandinan, welatên kombûyî li ser agirbestekê li tevahiya Sûriyeyê li hev kirin.

Kerry diyar kir ku, ev li hev kirin ku agirbest di warê hefteyekê de dest pê bike. Alîkariyên Mirovî û destpêkirina danûstandinên di navbera rêjîm û opozîsyonê de jî, di nêzîktirîn dem wê dest pê bikin.

Ji aliyê din ve, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragehand ku, rawestandina operesyonên leşkerî li Sûriyeyê, DAIŞ, Eniya el-Nusra û grûpên terorîst li xwe nagire.

Her wiha Lavrov got: ‘Rawestandina operesyonên leşkerî li Sûriyê erkeke dijwar e, lê civaka navneteweyî razî bûn ku di hefteyekê de rêyekê bo cibicîkirina wê bibînin.'

52 emîn Konferansa Ewlehiyê ya li Munîxê birêve diçe. Di konferansê de, li ser rewşa ewlehiya cîhanê tê gotûbêjkirin. Çendîn serokên welatan, wezîrên derve û yên bergîriyê tê de beşdar in. Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî jî di nava wan de ye.

 

 

Bi heman mijarî:

Kerry ji bo Lavrov, bila pêwendiyên me qewîtir bin
'Lavrov û Kerry dê beşdarên civîna Sûriyayê diyar bikin'
Kerry: Ez ê bi Pûtîn û Lavrov re hevdîtinekê bikim
Ji Lavrov bo Kerry: 'Divê biryarên li ser Sûriyayê bên sepandin'
Lavrov û Kerry derbarê pêşveçûnên herî dawîn de axivîn
Etîketan:
El Nûsra, DAIŞ, Wezareta Derve ya Amerîkayê, Wezareta Derve ya Rûsyayê, John Kerry, Sergey Lavrov, Munîx
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de