10:05 19 Hezîran 2018
Jineke kurd, Sûr - Amed

WERGER JI WÊJEYA CÎHANÊ - Lê dayê, bê lê da û simbilê me şikênand...

© AFP 2018 / Ilyas Akengin
Cîhan
Lînkê kurt
0 21

Nivîskar, berhevkarê folklora kurdî û wergêr Ahmedê Hepo serpêhatiyeke bi zimanê azerî wergerande kurmancî ku bûyerên wê her roj li cihekî vê cîhanê pêk tên.

Êlûca Atali
Wergera ji azerbaycanî: Ahmedê Hepo, Endamê Yekîtîya Nivîskarên Azerbaycanê

Pêşgotina wergêr
Xwendevanên bi rûmet!

Rojeke payîzê ye ne germ bû, ne sar bû. Rojeke bi şilî-şilope bû. Bayê bilindbajarê Azerbaycanê — Bakûyê dimilmiland.

Oda xwe da rûniştibûm û rojnamên rojê ber ҫavên xwe ra derbaz dikir. Rûpêlên rojnama bi navê "Bütöv Azərbaycan"-ê (Azerbaycana tew) mêze kirinê, sernivîsara rûpêlê 4-a ya bi navê "Ay ana, yel vurub sındırdı sünbülümüzü", bala min kişande ser xwe. Wê ҫirikê lêvên min kirine piҫepiҫ:
"Lê dayê, bê lê da simbilê me şkênand." Hema wê weşê gotineke gelê me jî dilê min ra derbaz bû:
"Lê dayê, neyar agir bere loda me kir, xwe ber germ kir."
Ewê sernivîsarê min ra rêberî kir, wekî nivîsara wî rûpêlî bixûnim.
Min hevok bi hevok ew xwendinê, te tirê bedena min didane ber tîran, li cî cîyan dilerizîm. Min seh dikir, wekî hêdî hêdî dest-pîyên min ditevizin. Ҫend ҫirikan şûn da ez qunculîme ser hev. Lê min hêz da xwe û bi hiş-sewdayê xwe nava xwendina wî rûpêlî ra derbaz bûm û hatim gihîştime dawîyê. Dawîyê da qerimîm. Ji ber ku ew serpêhatî-bûyereke posîde bû, ewa ҫîrokeke heq e bi xof bû, ser qewimandinên rêvebirina welatê bi bobelata va kimkimî hatibû efrandinê. Rengê hubura wê qetran bû.
Ewê serpêhatî-bûyerê him jî mîna neynûk-nîşanekê ҫarenûsa gellek gelan, usa jî ya gelê kurd, dida kivşê, rêvebirina hinek welatên ku îro jî ji qetilkarî, dagirkerîya xwe dest venakişînin zelal dihanî ber ҫavan.
Dem e bêjim torîvanê wê serpêhatî-bûyerê kî ye? Ewa keҫa Azerbaycanî, rojnamevan, nivîskar, rewşenbîr Êlûca Atali ye. Naha bajarê Stockholmê dijî. Min sibetirê careke din ew serpêhatî-bûyer xwend. Ne min îdî dest bi wergera wê kiribû. Navê wê bi kurdî dilê xwe ra derbaz kiribû, ew anîbû ser zaran, lê ҫima wê ya seranser wernegerinîm? Bona bersîva van pirsa zelal be, min cefa da xwe, lê bi hewaskarîke mezin, bi hizkirineke bê himber serpêhatî-bûyera ku ҫarenûsa xwe jî tê da dibînim ji azerbaycanî wergerande kurdî.


Çîrokek ji nava agirê zilmê filitî û wiha serpêhatiya xwe şîrove kir:
Gellek cara hatime girtinê, cizaretî dane min, lê ez ji mala me dûr neketim, li cîkî dûrî dest-pîyan negerîyam, qe ew nêta min tune bû. Lê cizaretîya dawîyê, ji yên berê daha giran, daha bêter bû. Nûnerên organên bêqezîyabûna Îranê ye taybetî gef li min dixwerin, wekî ji welat dernekebî mirinê bîne ber ҫavên xwe. Min ҫiqasî raman dikir, derîyên pêwîst ser min da hatibûne girtinê. Bona aborîya giran, rewşa sîyaseta xirab ez bêgav mam, wekî ji Azerbaycana Başûr derêm herim. Bi dehan netewîyên pêşketî ku me pişt kuta bû pişta hev şerkarî dikir, zû va ҫûbûne welatên dereke û bibûne peneber, lê belê, ewana bi xweşîya xwe neҫûbûn. Wekî awa gotin dibe, bêjim, rêjîmê li soqaq-sûkan, li xasbaxҫan, li cîyên ku mirov gellekî diҫûn-dihatin şirîtdar dabûne damirazandinê, cîwanên welat ber ҫavên dê-xûşkan, ber ҫavên dilşewîtîyên wan bi hovtî dar da dikirin û hêmîn disekinîn mêze dikirin. Bona vê dikê, bona rezîlbûna bedena mirovan nebînin, ҫawa dibên, kindir ji ustûyê xwe derxistibûn, rev dabûne pêşîya xwe, her tişt hîştibûn ҫûbûn.

Roj bi roj nûnerên hukumetê ye ku, jimar û curê cizaretîyê didane zêdekirin, dixwestin, wekî binelî rêvebirina wan ra qayîlbin, dengê xwe dernexin. Lema jî welat, seranser, kiribûne zîndana binelîyan û ew nava wê da mîna xerbenda xayî dikirin. Diqewime bi cî be, wekî bêjî li memleketa ku tê navkirin Îran, mirov ҫarenûsa berxa qurbanê dijîn. Kingê bixwezin dikarin xwîna wana bidine rêtinê. Welêt da dadgeha bi heq tunebû, lema ji yên ku, xwîn didane rêtinê bona wana daraza rast tunebû. Wekî rêvebirin bi xwe ser neheqîyê hatibû damirazandinê, îja kê dadgeha heq bida derbazkirin? Lema jî bi hezaran cîwanên Azerbaycanê yên ku, nikaribûn heqîya xwe, rastîya xwe bidine petekirinê, bêgav diman ji walêt derdiketin diҫûn.

Wekî navên cîwanan bînime ser zaran, hûnê gellekan nas kin. Elîyê ku tevî me mehelekê da mezin bû, li welatê dereke sitar stand, ҫû Kanadayê. Bi xwestina wî bûya, sed sal derbaz bûyana, ew tu dera da nediҫû. Bona ҫi biҫûya? Ê, wî xizanî ҫi kiribû, ҫi zîyan gihandibû hinekan? Karê wî her tenê ew bû, wekî bireşîne, biҫîne, qezenca heyî bibe bifroşe û roj bi roj malbetê rê bibe. Ҫima di nava emelê wî da dijî sîyaseta hukumetê tiştek hebû? Lê de tu ware birê wî yî mezin Mesûd Ûnîvêrsîtêtê da oda dersxanê da rûniştibû, hatin girtin, birin bê pirs-hewal, bê dadgeh nava ҫar dîwarên zîndanê da dardakirinê şûn da, camerê bavê wî Hemîd nexweş ket, kete nava cî-nîvîna.

Paşê kurê wî yî duda, daha rast yê tenê, bona birê wî, wede-bêwede dibirin, dahanîne îdara taybetî, mala wana sero-bino dikirin, pirtûkên heyî desteser dikirin, bi wê va careke din didane zanînê ew ji vir derê here welatê dereke. Resûl jî du roja berî dewata xwîşka xwe bêgav ma ҫû. Îdî wî ҫi dikaribû bike? Elîriza sê cara kirine zîndanê, ji wir derketinê, hişê wî her tenê ew birî, wekî ew di nava reş-sipîyê da, şev-rojê da, nava xiroşîyê da, nava rêҫa ronahîyê da xwe ra rêkê bijberê û here. Heval-hogirên min we dê rê ji rêya dibijartin tu ҫewtî nedikirin. Wedê ewana ji welat derdiketin, huba wê tevî derdê wê dikirin û xwe ra bi hizkirin dibirine welatê xerîb. Lê min nikaribû dîya xwe tenê bihêlim û herime welatê dereke. Ji ber ku, tenê ewledekî wê mabû. Dema ji taxa me dost-nasekî mala xwe dihîşt diҫû, dîya min digot:
— Wekî tu ji ber ҫavên min bihêlî herî, ez ê nikarbim wî derdî bikişînim.

Awa bi awa, rojekê min xwe bêgav kir û dîya xwe ra vekirî axivîm:
— Tu bi xwe zanî bona nêtên min e cuda-cuda evê rêjîmê ez ҫendî ҫend cara girtime, cizaretî daye min.
Ewê bi hemdê xwe got:
— Zanim! Her tiştî zanim!
Paşê ҫend cara serê xwe ba kir. Gava ewê gilîyên min rastand, ew jî bû menî, wekî ez nêtên xwe bidomînim:
— Lê naha bi mirin-kuştinê va tême tirsandinê. Wekî ez neҫime welatê dereke, wê her tiştî bînine serê min.
Min gilîyê xwe yî dawîyê got û dengê xwe birî, dengê xwe nekir. Min rûyê dîya xwe mêze kir. Rengê dîya min e sipîҫolkî mecal neda ez gilîyê xwe bidomînim. Vê carê ewê seqirtîya heyî teriband, got:
— Ez her tiştî zanim, tu bêjî, nebêjî, ez her tiştî zanim.
Dîya min usa bi endaze, cî bi cî axivî te tirê ҫi ku hatîye serê min, ewa ji min rintir zane.
Min pirsî:
— Ҫi?
— Devê min kevirê reş kebe, ji me dûr be, kiş-kişa mirîşka be- ewê, anî serzaran,- paşê hinek gotinên êl-obê yên ku ji jîyana mirovan bere derd-kula dike, xwe ra dibe, got, him jî navên wan kesa kişand yên ku van paşdemîya hatine dardakirin, kirine zîndanan. Dawîyê da awa kêlimî:
— Ne dikarim bêjim bimîne, ne jî here! Lo lawo, bê lê daye simbilê me şikênandîye…

Dîya min gilîyên xwe xilaz kir, ker-lal li min nihêrî. Min nizanibû dayîka diltijî ҫima xwe ker kir. Min tê derxist dilê wê tijîye, lê ditirse gişkî bêje, min biêşîne. Paşê rabû ser pîya, derbazî oda nikî me bû. Hinekî derbaz bû, hat pêşberî min sekinî. Destê xwe yî rastê dirêjî min kir û bi kelogirî got:
— Vana hilde, ruhê xwe xilaz ke. Bihêle, here.
Min ji guhê xwe bawer nekir. Gelo, rastî jî van gilîyan dîya min dibêje? Ewa mat bibû, rûyê min mêze dikir. Ewê xwe şaş kiribû, tê derxist ez wêya derz nakim, paşê ser da zêde kir:
— Wedê min te ra digot tu li ber ҫavên min be, min dixwest ez te timê şa û hetab bibînim. Lê naxwezim tirba te ber ҫavên xwe bibînim.
Gilîyên "tirba te" ewa posîde kir, paşê bû sedemê kûre-kûra wê. Min derz kir, weteya van gilîyan ewê xwe ra daye jîyanê, naha ew anînê ser zaran reş qemilî, posîde bû. Min xwe avîte wê, qayim-qayim me hev hemêz kir, dê û ewled bona ҫarenûsa xwe ye reş hêsir barand.

Bîra min da ye wê şevê xew nekete ҫavên min. Nişkê va min nihêrî dîya min derî vekir, serê xwe dirêjî hundur kir. Ewê dît ez nalivim, hew zanibû ez razame, nêzîkî ҫarpaya min bû, pişta min vekirîbû, dest avîte lihêva ser min, kişande pişta min. Min nişkê va zenda wê girt.
— Ê dayê, ҫima ez zar im, hatîyî, ser min digirî.
Min ev gilîyana him hêdîka, him mîna xeydekê gote wê.
Dîya min berê xwe da min û got:
— Tu pêncî salî yî, lê bona min tu zarokê nava hêleҫanê pêçekê da yî. Ez hew dizanim min qet tu mezin nekirîyî, tu hêleçanê da yî, ez te ra dilokan dibêjim.
Ez berbanga zû ji mala kal-bavê xwe ya li Erdebîlê derketim. Hewa hê ron nebibû. Ewqasî zû bû ҫivîkên kakolîyan, yên ku berbangê bi kakekakên xwe va bajar hildidane serê xwe, vê roja baharê dengên xwe ye xweşik gewirîya xwe da xweyî kiribûn.

Min raman dikir, wekî yeqîn ez lez ketime û derketime ser rê. Gelo careke din wê bibe qismetê min, guhdarîya wana bikim?
Ji dîya xwe qetîyam. Derbarê vê yekê da hêza min tune biaxivim. Ez usa dişêvînim, wekî hemû dayîk di rewşekê da, di qewlekî da ji ewledên xwe diqetin.
Cara yekemîn bû ji dîya xwe qetîyam, ketime rê û hinekî ҫûnê şûn da, vegerîyam, pişt xwe nihêrî. Dîya min hê neҫûbû mal, ber dergê hewşê sekinîbû, hey pey min mêze dikir. Dilê min taw nekir, min pêşt da gav neavîtîn, paşt da avîtîn. Pêҫeka destê xwe rê da danî alîkî, revîm hatim dîya xwe hemêz kir.
— Lê dayê, —min got,- ҫima dawîya dunê ye?
Ewê bi dengekî xeriqî kire piҫepiҫ ü got:
— Nuqutîye dilê min, eva cara dawîyê ye te dibînim.

Min ji nava rê kelmelê xwe hilda, dilê xwe da xwe xwe ra got, wekî ez ê careke din pişt xwe va nenihêrim. Lê wedê şiverêya hinda mala ciranê me xalê Hesen ra dagerîyame rêya mezin, bê hemdî xwe min pişt xwe va nihêrî. Dîya min nava dûmana sibê ye ku hê ji hev belabela dibû, mîna peykelekî granîtê bê lipitandin sekinîbû.

Ji dîya xwe, ji mala xwe ye helal û ji êla me qetîyanê şûn da, awa bi awa, li welatekî Avropayê da cî-war bûm. Li vira jî min şerkarîya xwe ye bona azaya welat, bona yek û tewbûna wê didomand. Min li vira bi awakî din rêya şerkarîyê qevz kiribû. Rast e, li derva bûm, lê li vira jî min nikarıbû jîyaneke seqirî derbaz kim. Ez ҫawa hêzeke dijberîyê ye dijî rêvebirina Îranê dihatime binҫavkirinê, ez ditirsandim, wekî ji rêya şerkarîyê bidine silikandinê. Vira jî dihatime dizexmandinê, rastî gefxwerinên bê bingeh dihatim. Bi gilîkî, ez bibûme serêşê rêjîmê. Nûnerên îdara Îranê ye taybetî ҫendî-ҫend cara serêşan dabûne dîya min, wekî ez ji ҫalekîyên xwe ye li vira dest bikişînim û vegerime welat. Lê him dîya min, him jî min rind zanibûn hafîya paşt da vegerandina min, wê bi wê yekê xilaz be, wekî li meydana bajêr şirîtdar hatîye damirazanadinê û hîvîya xwedanê xwe ye.

Min qe derheqa wê yekê da mitale nekirîye, wekî vegerime welêt, lê ez wê rêyê digerîyam, wekî dîya xwe bînime cem xwe. Min ew yek jî xwestîye, dilê xwe ra derbaz kiriye, wekî dîya min mîna tûrîsta bê Avropayê, qe na, carekê em hev bivînin. Bona vê yekê ewa jî diҫerҫirî.
Ҫend cara bona nasnamê-pasporta dereke bistînim, ez berbirî organên pêwîst bûme. Bê gilî, bona min nasname nedidane wê.
Tê bîra min, carekê min bi têlêfonê gote wêya:
— Ev xerîbî, ji hev qetandin min gellekî posîde dike. Gelo, ji dê dûrketin girantir derd heye?
Dîya min gote min:
— Lo lawo, dewsa dîya xwe, derbarê welatê xwe yî helal da mitale bike. Welatê mîna dayîkê aza nebe, tu dema rûyê dayîkê nakene.

Her car min bi têlêfonê wê ra axavtinê, ҫi ku min hîştibû hatibûm derbarê wê yekê da ji wê yeko-yeko dipirsî. Ji wan pirsan ҫendîkan rêz kim: —derbarê darê sêvên me da bûn, gelo ew darana, cîyê xwe da nin, wana îsal ber anîye. Qe bawerîya min nayê, her kesê min fem ke, ez ҫi dixwezim bibêjim, her tenê ew kesê min derz ke, yê ku bêgav dimîne, bi zembîlekê ji welat deroder dibe.
Awa, ne pirr, ne hindik ҫardeh salan min dîya xwe nedît. Şevekê, dereng dengê zengilê têlêfonê hat. Nizanim kî bû têlê dixist. Ew deng ji dûr dihat, lê dengê nêzîkî ruhê min bû, ji hewşa me xalê Hesen bû. Nişkê va mirina dîya min anî serzaran. Min bona zengilê wî qayîlbûna xwe da wî û ew jî gotê, wekî ez ê sibê bilêtê bistînim û bêm, tevgelî ewlekarîya binaxkirina dayîka xwe bim.

Camêrî xitimî, deng nekir. Lê paşê mîna poşmanekî gilîyên xwe domand. Got, wekî dîya te ҫendekê berê nexweş bû, lê nişkê va ewa giran bû, tevhev bû. Me qe bawer nedikir, ewa bi wê nexweşîyê here. Wî wedeyî me xwest te ra têlê xin, bibêjin. Lê wesîyetê wê yî dawîyê ew bû, wekî ewa bimire, wêya binax kin, paşê bersîvê bidine te. Dîya te nedixwest tu bona wê dijwarîyê bikişînî. Ewê hela ew jî wesîyet kir, wekî pey ewlekarîya binaxkirina wê ra jî, tu venegerî neyêyî, tirba wê zîyaret nekî.

Paşê xalê Hesen got, berî mirinê dîya te wêneyê te destê xwe da girtibû, danîbû ser singê xwe. Deqîqa dawîyê da ewê sê cara navê te anî ser zarê xwe, paşê ruh da.
Vê derê min xwest biaxivim, zimanê min kire pitepit. Xalê Hesen tê derxist dengê min hate birînê, gote min, wekî pewîst nîbû min ew yek te ra bigota.
Ew pêşman bibû, lê ҫi feyde! Heta naha kîjan gilîyê ku ji dev derketîye û careke din vegerîyaye cî-warê xwe yî berê, wekî gilîyên xalê Hesen jî vegerîyana, ez jî biseqirtîyama. Min dilê xwe da hilxist-daxist dîya min deqîqên dawîyê ҫi fikirîye, ҫawa jîye. Wekî usan e dîya min nexwestîye bi mirina xwe va jî min posîde ke.

Axavtina min û xalê Hesen hatinê dawîyê destên min sist bûn, bedena min tevizî. Têlêfona destê min kete ser dîwanê. Dîwêr da wêneyê dîya min nava ҫarҫevê da dardakirî bû. Ez rabûme pîya û ber bi dîwêr ҫûm. Rû bi rû pêşberî wê sekinîm û êpecekî bi seqirî li wê mêze kir. Ramanê min ҫûn, derketine ser rasthatina me ye ҫardeh salan berê. Dîya min destmala berîya xwe derxist, nav da kapêkên reşe ku bona roja me ye reş berav kiribû, dirêjî min kir.
Nizanim ji perojê bû, ji ҫi bû destên wê hejîyan. Lema jî dirav nava destmalê da neman, kirine ҫingeҫing li erdê belabela bûn. Diravê kaxiz sivik bûn nehatin negihîştine erdê, hewê da difirîyan.
Ewê got:
— Hilde, here! Derê, here! Here! Bila tenê tu silamet bî!

Min bal kişande ser diravên ku bela-belayî ber pîyên me bibûn û heyfa xwe bi wê yekê anî, wekî ew diravê têra xercê rêya min neke.
Eva bûyereke dirêj e, usa nîn e? Lê ez bawer nakim bûyera ewledê xerbendê welat, ya yekî din, ji vê bûyera xeribîyê cudatir be! Ji rêya min e derbazbûyî, ew kurt be jî.
Hemû bûyerên xeribîyê weke pîvandinekê, bi rengekî tê nivîsarê…
09.05.2008 Stokholm.

 

Bi heman mijarî:

Li Wanê 10 kes hatin binçavkirin
YPGê, balafirxaneyeke leşkerî bi dest xist
Li Nisêbînê êriş: 2 tîmên taybet giran birîndar bûn
Balafirên şer ên Tirkiyeyê îro dîsa kampên PKKê bombebaran kirin
Ji Pûtîn bo dîplomatên rûsî, ‘eniya tekoşîna dijterorê ava bikin'
Heyeta Sosyaldemokratên Parlamentoya Almanyayê gihişte Kurdistanê
Etîketan:
serpêhatî, çîrok, wêje, Ahmedê Hepo, Êlûca Atali, Azerbaycan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de