13:57 20 Hezîran 2018
Patrick Cockburn

INDEPENDENT: 'Daketina nirxê petrolê û DAIŞ xewa kurdan diherimînin'

© Foto: FB
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Nivîskarê rojnameya ingilîzî Independentê Patrick Cockburn derbarê kurdan de analîzek pêşkêş kir û rewşa wan a siyasî, leşkerî, aborî û navneteweyî nirxand.

Navenda Nûçeyan – Analîstê Rojhilata Navîn Patrick Cockburn di nivîsara xwe ya bi sernavê ‘Daketina nirxê petrolê û DAIŞ xewnên kurdan direvînin’ de derbarê rewşa siyasî û leşkerî ya kurdan de diyar kir ku tu carî bi qasî niha xurt nebûne û got: ‘Bi qasî vê xurtbûnê ewqasî jî şkestî belawelayî ne.’

Cockburn dibêje ku şerê navxweyî yê li Iraq û Sûriyayê hem berê terorê da kurdan hem jî derfetên nû derxistin pêşiya wan: ji aliyekî ve kurdên Rojava bi alîkariya Amerîlkayê di navbera Dicle û Firatê de rêveberiya xwe ava kir; ji aliyê din ve piştî têkçûna Artêşa Iraqê li pêşberî DAIŞê, Pêşmerge xaka xwe % 40 berfirehtir kir; lêbelê kurdên Tirkiyayê di vê raunda şer û pevçûnan de dîsa winda kir.

Nivîskarê ingilîz di berdewamiya nivîsara xwe de dibêje: ‘Îro kurd xurt in, ji ber ku hinek kes muhtacî wan in; lêbelê ev rewş ne sermedî ye û dê ji nêzîk de biqede.’

Patrick Cockburn dawiya nivîsara xwe ya dirêj wiha girêdide: ‘Kurd hêdî hêdî ji xewa li ber loriyên petrolê şiyar dibin. Dema ku diyariya petrolê ya jehrîn dibînin vediceniqin û dizanin ku piştgirêdana bi petrolê ne tiştekî rast bûye.’

Bi heman mijarî:

Dr. Mihemed Hacî: ‘Piştgiriyê didim biryara Barzanî ya referandûmê’
Iraq: 'Em miaş jî nadin Pêşmerge, serfermandariya artêşê jî teslîmî kurdan nakin'
YNK ji bo referandûma serxwebûna Kurdistanê: ‘Erê, lêbelê ...’
‘Li Şirnexê 15 û li Sûrê jî 7 polês-leşker hatin kuştin'
Heyeta DBP û HDPê diçe Cizîrê
Etîketan:
piştgirêdana bi petrolê, diyariya petrolê ya jehrîn, xewa li ber loriyên petrolê, di navbera Dicle û Firatê de, derfetên nû, şerê navxweyî, rewşa siyasî û leşkerî ya kurdan, xewnên kurdan, nirxê petrolê, rojnameya Independentê, Patrick Cockburn, Brîtanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de