07:48 12 Kanûn 2017
Zindî
    Artêşa Bahreynê

    Piştî Siûdî, Bahreynê jî got em amade ne hêzê bişînin sûrî

    © AFP 2017/ FAYEZ NURELDINE
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 01

    Piştî Erebistana Siûdî, Bahreynê jî ragihand ku ew jî amade ne, di çarçoveya Heveymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê de hêzeke bijayî bişîne Sûriyeyê, ji bo şerê DAIŞê bike.

    Navewnda Nûçeyan — Balyozê Bahreyn yê li Brîtanyayê Şêx Fewaz Bîn Mihemed di daxuyaniyekê de ragihand ku, Bahreyn di çarçoveya Hevprymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê de û bi hevahengî ligel Siûdiyê, amade ye hêzên bejayî ji bo şerê terorê bişîne Sûriyeyê.

    Şêwirmendê Wezîrê Bergîriyê yê Erebistana Siudiyê Emîd Ehmed Esîrî du roj berê ragihandibû ku, Siûdî amade ye ku beşdarî operesyonên bejayî li Sûriyê bibe heger Hevpeymaniya Navdewletî biryara vê yekê bide.

    Şêx Fewaz eşkere kir ku Encûmena Hevkariya Kendavê, biryara avakirina navendeke operesyonên deryayî li Bahreynê daye.

    Her wiha Şêx Fewaz got: ‘Avakirina hêzeke hevbeş ji Encûmena Hevkariya Kendavê, dide xuyakirin ku welatên Kendavê bi niyaz in ku tedbîrên pêwîst bo jinavbirina terorê li herêmê bibin.'

     

     

    Bi heman mijarî:

    Erebistana Siûdî ji bo operasyonan leşkerên xwe dişîne Sûriyeyê
    Siûdî hefteya pêş konsulxaneya xwe li Hewlêrê vedike
    Serok Barzanî Balyozê Erebistana Siûdî pêşwazî kir
    Wezîrê Siûdî: ‘Di Sûriyeya nû de cih ji Esad re tuneye'
    Li Erebîstana Siûdî li camiya şieyan teqîn: kuştî û birîndar hene
    Etîketan:
    DAIŞ, Balyozê Bahreyn yê Brîtanyayê, Fewaz Bîn Mihemed, Sûriye, Bahreyn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de