10:12 13 Kanûn 2017
Zindî
    Vîtaliy Çurkîn

    Rûsya, bersiva bangawazên ‘bila operasyonên sûrî biseknin' da

    © AP Photo/ Seth Wenig
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 01

    Nûnerê Rûsya yê Daîmî li Netewên Yekbûyî Vîtaliy Çurkîn diyar kir ku hetanî Amerîka erişên xwe bidomîne, wê operasyonên Rûsyayê jî bidomin.

    Navenda Nûçeyan — Nûnerê Rûsya yê Daîmî li Netewên Yekbûyî Vîtaliy Çurkîn berî rûniştina Konseya Ewlehî ya Netewên Yekbûyî ji rojnamevanan re diyar kir ku hetanî Amerîka û hêza hevpeyman erişên xwe bidomîne, wê operasyonên Rûsyayê jî li Sûriyeyê bidomin.

    Bila dev ji sûcdarkirina Rûsyayê berdin

    Vîtaliy Çurkîn di axaftina xwe de got: ‘Ev bê zewqî ye, niha ne dema ku em hev sûdar bikin e. Divê em lezê bidin hevkariyên siyasî. Ew li şûna me divê terorîstan sûcdar bikin. Em li Sûriyeyê şer zêde nakin, bilakis bi hikumeta sûrî re tekoşînê berz dikin. Di rojên dawî de hinek herêmên ku di bin dorpêçê de bûn hatin rizgarkirin.'

    Operasyon bi yekalî nayên sekinandin

    Çurkîn di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘ Hetanî operasyonên Amerîka û hêza hevpeyman bidomin, wê yê Rûsyayê jî dewam bikin. Operasyon bi yekalî nayên sekinandin. Rûsya, di civîna Munihê ya 11ê Sibatê ku dê were çêkirin de wê pêşniyara agirbestê pêşkêşî Grûba Piştgirî a Sûriyeyê ya Navneteweyî bike.'

    Bi heman mijarî:

    Çurkîn: Hejmara tankêrên qaçax yên ku derbasî Tirkiyeyê bûn ji hezarî bêtir in
    Rûsya: ‘Artêşa Tirkiyeyê xeta sor bloke kir û bersiva me neda'
    Rûsya: ‘Tirkiye amadehiya leşkerî ya midexaleya Sûriyeyê dike'
    Rûsya: ‘Daxuyaniyên Tirkiyeyê yên îxlalên sînor nayê qebûlkirin'
    Rûsya: ‘Tirkiye bi destûrnedana firîna çavdêriyê, piştgiriya DAIŞê dike'
    Rûsya: ‘Leşkerêkî me li Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da'
    Etîketan:
    Konseya Ewlehî ya Netewên Yekbûyî (KENY), Vîtaliy Çurkîn, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de