22:34 18 Hezîran 2018
Josh Earnest

Amerîkayê hejmara terorîstên DAIŞê eşkere kir: '25 hezar'

© AP Photo / Evan Vucci
Cîhan
Lînkê kurt
0 01

Berdevkê Qesra Spî Josh Ernest ragihand ku, hejmara milîtanên terorîst yên DAIŞê li Sûriye û Iraqê kêm bûye û daketiye 25 hezarî.

Navenenda Nûçeyan — Berdevkê Qesra Spî Josh Ernest ragihand ku, hejmara milîtanên terorîst yên DAIŞê li Sûriye û Iraqê kêm bûye û daketiye 25 hezarî.

Berdevkê Koşka Spî, Josh Ernest duhî di civîneke rojnamevaniyê de ragihand ku, hejmara çekdarên terorîst yên DAIŞê li Sûriye û Iraqê kêm bûye ew jî nîşan dide ku êrişên hêzên hevpeyman li dijî wê rêxistinê, bi bandor bûne û hejmara çekdaran ji 31 hezarî daketiye 25 hezarî.

Li gorî agahiyên Pentagonê, ji Tebaxa sala 2014ê ve heta niha, hêzên hevpeyman 10 hezar û 113 êriş li dijî DAIŞê kirine û xercê rojekî operasyona li dijî DAIŞê, zêdetirî 11 milyon dolar e û zêdetirî 4 hezar pisporên leşkerî yên amerîkî perwerde dane hêzên Iraqî û Pêşmerge.

Rêxistina terorîst ya DAIŞê bi giştî ji Tebaxa sala 2014ê ve, li Iraq û Sûriyê dest bi êrişan dike.

Bi heman mijarî:

Senatorên Amerîkayê: ‘Bila Amerîka alikariya pereyan bide Kurdistan'
Ji Rêveberiya Efrînê bo Amerîka, Ewropa û NY: ‘Bigihêjin hawara me!’
Adam Wasser: ‘Bila Amerîka dewleta kurdan ava bike’
Amerîka bersiva Panadola Beşar Caferî da: ‘Ev axaftin vala ye'
Amerîka: ‘Piştî ku kurd ji hêla aborî ve xurt bûn, bila herin referandumê'
Etîketan:
Hêza Hevpeyman, DAIŞ, Josh Earnest, Sûriye, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de