Navenda Nûçeyan — Rojnameya Washington Post ya Amerîkayê di roportajêkê de eşkere kir ku, Linzy Graham û John Makin yasayekê ku Amerîka demildest alîkariya darayî bi awayekî rasterast pêşkêşî Herêma Kurdistanê bike pêşniyar kirine.
Li gorî nûçeya Washingtonê: ‘Ji ber krîza aborî û girtina budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve, Kurdistan nikare mûçeya Pêşmergeyên xwe bide.'
Senatorê Amerîkayê Linzy Graham got: ‘Em di hewlekê de ne ku em riyekê bibinin û alikariyê bidin kurdan.' Lê rojnameya Washington Post jî dibêje ku ev yek pirsgirekekê mezin li Iraqê çibike û bibe sedema parçebûna Iraqê.
Senator John Makin derbarê vê hewla alîkarîkirinê de ji rojnameyê re gotiye: ‘Niha pêwistiya kurdan bi alikariya pereyan hne da ku bikarin mûçeyên pêşmergeyên xwe bidin û ev yek jî berpirsiyariya Amerîkayê ye ku hevkariyê bike.
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)