14:57 21 Tebax 2017
Zindî
    Îrîna Shayk

    Vê mehê di rûpelê Vogueyê de Îrîna Shayk heye

    © AP Photo/ Jason DeCrow
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 4901

    Modela rûsî ya navdar Îrîna Shayk di hejmara sibatê a kovara modayê ya Vogueyê de rûpel nexişand.

    Navenda Nûçeyan — Modela rûsî ya navdar Îrîna Shayk di hejmara sibatê a kovara modayê ya Vogueyê de rûpel nexişand. Shayk, behsa ketina cihana modayê kir û got: ‘ Ya rastî min dixwest ez bibim pîyanîst.'

    Modela rûsî Îrîna Shayk bi marqayên Armani Exhange, Guess, Intimissimi û Lacoste re dixebite û vê carê jî di kovara Vogueyê ya hejmara sibatê de cih girt.

    ​Weneyên Shaykê wênekêşê navdar Norman Jean Roy ji bo kovarê kişandin. Shayk di daxuyaniya xwe ya ji bo kovarê de got: ‘ Min zaroktiya bi çûna opera, baleyan û resîtalên muzîkê derbas kir. Ya rastî min dixwest ez bibim piyanist, lê piştî bavê min mir êdî barê malê ketibû stuyê min.'

    Shayk di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘ Di zanîngehê de min perwerdeya bazargeriyê stand. Di wê demê de ez hatin kifşkirin û wekî model ez çûme Parîsê. Niha jî difikirim bê di ofîsê de min ê çawa kar bikira.'

    Her wiha Shayk ji bo kovarê bi zimanê tirkî hinek peyvên ‘ milê zebeş, etekê kîloş û dantel' yên modayê jî bi kar anîn.

    Bi heman mijarî:

    Parlamentoya Ewropayê qirkirina Kurdên Êzidî nas kir
    Bajarên kurdan koç dikin
    Rûsya: ‘Tirkiye amadehiya leşkerî ya midexaleya Sûriyeyê dike'
    Seroka DIKADê: ‘Maseya dîyalogê ya vê carê dê ji ya berê berfirehtir be’
    Şîroveya hikumeta AKPê ya referanduma Kurdistanê: ‘Dewletokên nû'
    Etîketan:
    Norman Jean Roy, Îrîna Shayk, Parîs, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de