07:59 24 Tebax 2017
Zindî
    Ahmet Davutoglu

    Davutoglu îdia kir ku 70 hezar kes tê Tirkiyeyê

    © Foto: AA/ Cem Özdel
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 37501

    Serokwezîrê tirk Davutoglu li Londrayê axivî û îdia kir ku li bajarê Helebê 70 hezar kes ji ber bombebaranê ber bi sînorê Tirkiyeyê ve tê.

    Londra - Piştî ku civînên li Cenevreyê bêyî kurdan tu encam ji nehat û heta meheke din navber dan hevdîtinan li Londrayê derbarê mijarê de hêzên navneteweyî hewl didin ku derbarê mijarê de civîn li dar bixin.

    Serokwezîrê tirk Davutoglu jî ku niha li Londrayê di civînê de axivî û û îdia kir ku ji ber bomberanê 70 hezar kes ji Helebê koç kirine û ber bi sînorê Tirkiyeyê ve tên.

    Tê zanîn ku Rûsya li dijî komên terorîst ku dewleta tirk piştgiriyê dide wan operayonên hewayî pêk tîne. Tirkiye ku ji van operasyonan aciz e carcaran îdiayên wiha ku bê bingeh in tîne ziman ku sûce xwe yê piştgirîdayînê terorê veşêre.

    Ew zilm û qetlîamên li ser gelê kurd de pêk hat tê zanîn ku bi piştgira dewleta tirk çêbû û heman hewldan niha li bajarên kurda berdewam dike. Serokwezîrê tirk di civînê de qet behsa kuştina welatiyên kurd, dorpêça ser Efrînê ku ew bi xwe jî piştgiriyê didin nekir.

    Davutoglu di ser de ji bo gelê Sûrî ku koç kirine çûne Tirkiyeyê û her roj yek bi yek li Deryaya Egeyê dixeniqin jî îdia kir ku wan 20 milyar Dolarî xerc kiriye û li ser hin îdiayên bê bingeh hewl da ku pesnê xwe bide.

    Bi heman mijarî:

    Serokê El Qaîdeya Nîvgirava Erebî li Yemenê hat kuştin
    F-16ên Tikiyayê 2 gundên Kurdistanê bombebaran kirin
    Komên îslamîst ên radîkal gef li Rûsyayê xwarin
    Li Nisêbînê êrişa bi roket
    CİZÎR - Davutoglu ji bo birîndaran talîmat da!
    Amerîka 370 leşkerên xwe ji bo alikariya Pêşmerge rê dike
    Pûtîn, bi dostê xwe Kissinger re hat cem hev
    Etîketan:
    NY, Ahmet Davutoglu, Heleb, Cenevre, Londra
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de