05:08 20 Tebax 2017
Zindî
    DAIŞ

    Serokê El Qaîdeya Nîvgirava Erebî li Yemenê hat kuştin

    © AFP 2017/ Al-Malahem Media
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1301

    Amerîkayê, li Yemenê di operasyona Navgîna Hewayî ya Bêmirov (NHB) de serokê El Qaîdeya Nîvgirava Erebî Celal Belaîdî kuşt.

    Navenda Nûçeyan - Serokê El Qaîdeya Nîvgirava Erebî Celal Belaîdî, li başûrê Yemenê di operasyona Amerîkayê ya Navgîna Hewayî ya Bêmirov de hat kuştin. Xizmên Belaîdî ku wekî Ebû Hemza jî dihat nasîn ji ajansa AFPê re rahihandin û bi Belaîdî re kuştina du mihefizên wî li bajarê Abyanê serast kirin. Her wiha eşîreteke herêmê jî ev agahî serast kir.

    ​Belaîdî serokatiya Zincibarê ya baskê El Qaîdeyê dikir û li bajarê Abyanê hatibû dinê.

    Her wiha berpirsên ewlehî, hefteya borî 6 milîtanên dihat texmînkirin ku endamê AQAPê ne di operasyona NHBê de hatibûn kuştin ragihandibûn.

     

     

    Bi heman mijarî:

    DAIŞ û El Qaîde hev bihêz dikin
    El Qaîde, bi îdiaya zînayê jinek ricm kir
    DAÎŞ û El-Qaîde projeyên DYA`yê ne
    TAYBET - Hîdo: Tirkiye çekan ji El Nûsra û Ehrar uş Şamê re dişine
    YPG: Li Helebê 2 çeteyên El Nûsra hatin kuştin
    Etîketan:
    AQAP, El Qaîde, Artêşa Amerîkayê, Ebû Hemza, Celal Belaîdî, Abyan, Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de