08:05 24 Tebax 2017
Zindî
    Netewên Yekbûyî (NY)

    Netewên Yekbûyî wê heyetek bişîne Cizîrê

    © Sputnik/ Dmitriy Astahov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 28901

    Çapemeniya tirk ragihand ku piştî hewldanên Faysal Sariyildiz û HDPê Komîsertiya Bilind a Mafê Mirovan yê NYê biryar girt ku heyetek bişîne Cizîrê.

    Navenda Nûçeyan - Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi dehan roj in êriş û dorpêça artêşa tirk li dijî navçeyê pêk tê û heta bi dehan welatiyên sivîl ji hêla hêzên dewletê ve hatine kuştin û bi hezaran kes koçber bûne û dewlet destûr nade ku welatiyên birîndar rakin nexweşxaneyê jî.

    19 kesên ku di jêrzemîna bînayekê de ne û dewleta tirk destûr nade ku ambulans biçe wan hilîne û ev 5 roj in jî tu agahî ji wan nayên girtin.

    Ji hêla din ve tê zanîn ku Parlementerê HDPê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî duh nameyek şaned ji NYê re û bang li wan kir ku li Cizîrê wehşeteke heye û divê ev yeka di cîh de were dîtîn.

    Çapemeniya tirk ragihand ku piştî hewldanên Faysal Sariyildiz û HDPê Komîsertiya Bilind a Mafê Mirovan yê NYê biryar girt ku heyetek bişîne Cizîrê.

    Li gorî nûçeya rojnameya Sozcuyê heyeta NYê wê di 5ê Sibatê biçe Cizîrê.

    Li bendê ne ku HDP derbarê mijarê de daxuyanî bide.

    Bi heman mijarî:

    Kantona Cizîrê: Wê ji YPGê û HSDê re zêdetirî çekan bişînin
    DMMEyê daxwaza ‘tedbîrê' ya ji bo Cizîrê red kir!
    Kantona Cizîrê: 'Em ê heta demeke nêzîk mizgîniyên xêrê bidin gelê kurd'
    Ji 132 rewşenbîr û hunermendan ji bo birîndarên li Cizîrê deklerayon
    Di şer û pevçûnên Cizîrê de leşker û polêsek hatin kuştin
    Li navçeya Cizîrê pevçûn: 5 polês birîndar bûn
    Etîketan:
    NY, Cizîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de