02:23 17 Tebax 2017
Zindî
    Sergey Lavrov

    Lavrov: ‘Em şirikatiya sûcî ya Tirkiyeyê bi terorîstan re ji bîr nakin'

    © Sputnik/ Michael Klimentyev
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 65021

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di hevpeyvîna xwe ya çapemeniya Îtalyayê de ragihand ku em şirîkatiya sûcî ya Tirkiyeyê bi terorîstan re ji bîr nakin.

    Navenda Nûçeyan — Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di hevpeyvîna xwe ya çapemeniya Îtalyayê ku ji kovara Timesa mehane re ragihand ku em şirîkatiya sûcî ya Tirkiyeyê bi terorîstan re ji bîr nakin, lê em bi dostanî li gelê Tirkiyeyê dinerin. Her wiha dema em ji bo hevkariyê bangî Amerîkayê dikin ev nayê vê wateyê em ê tawîzan bidin.

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di axaftina xwe de got: ‘ Dema em banga hevkarî li Amerîkayê dikin ne ji bo tawîzdayînê ye û ji bo hevaltiyê em li ber Amerîkayê nagerin. Ji bo tekoşîna dijî terorîzmê gelek wezîfeyên şirîkatî yên Moskova û Washîngtonê hene, wekî Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn jî dibêje em ne li pey şer û pevçûnê ne, ji bo hevkariyê em tim amade ne.'

    Em gelê Tirkiye û rayedarên wê wek hev nagirin

    Sergey Lavrov di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘ Em şirîkatiya sûcî ya hevkariya Tirkiyeyê bi terorîstan re ji bîr nakin. Lê rayedarên tirkî ku dibin sedema kuştina leşkerên me li Sûriyeyê û gelê tirkî yê dost wekî hev nagirin. Şerê tekoşîna dijî terorê yê Sûriyeyê ji bo Rûsyayê mijara prensîbê ye, lewma hêza hewayî tirkî ku êrişî balafirên Rûsyayê dike helwesta me naguherîne. Heke hisabekî Tirkiyeyê, li pişt vê provakasyonê hebe jî di nava xelatiyan de ne.'

    Tirkiye hê jî lêborîn nexwestiye

    Lavrov di dirêjiya axaftina xwe de got: ‘ Serokê tirkî ne ji bo vê kiryara xwe lêborîn xwest ne jî ji bo dana tezmînatê got em amade ne û ne jî sûcdar ceza kirin. Tam berevajî vê hê jî dibêje ez mafdar im û îxlalê tîne ziman. Axaftinên wan hewceyî nehewceyî asta wan nîşan dide.'

     

     

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: ‘Hetanî terorîst hebin, em ê wan bombe bikin'
    Lavrov: ‘Ceyş ul Îslam û Ehrar uş Şamê jî wê tev li Cenevreyê bibin'
    Lavrov: ‘Em dixwazin hevkariya xwe bi Tirkmenîstanê re zêde bikin'
    Çavuşoglu: ‘Ez amade me bi Lavrov re hevdîtinê bikim'
    Lavrov: ‘PYD tevlî civînê nebe, encamek dernakeve'
    Etîketan:
    Wezareta Derve ya Rûsyayê, Sergey Lavrov, Îtalya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de