03:26 19 Hezîran 2018
Barak Obama

ROJAVA - Obama ji bo şerê dijî DAIŞê nûnerê xwe şand Kobanê

© Sputnik /
Cîhan
Lînkê kurt
0 10

Nûnerê Barack Obama yê Serokê Amerîka yê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê de Brett McGurk hûrgiliyên serdana xwe bo Rojavayê aşkere kir.

Kobanê — Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê de Brett McGurk di hesaba xwe ya li ser Twitterê de behsa serdana xwe bo Rojavayê kir.

Brett McGurk ragihand, ku di dawiya hefteya borî de serdana Rojavayê kiriye û di serdana xwe de çûye Kobanî jî.

McGurk wiha nivîsandiye: "Dawiya vê hefteyê em du rojan li bakurê Sûriyê bûn, bo lidûvçûna şerê li dijî DAIŞê."

McGurk herwiha amaje bi serdana xwe bo bajarê Kobanî yê Rojavayê jî kiriye û daye xuyakirin, ku bo dema rojekê li Kobanî bûye.

Nûnerê Obama di Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê de ragihandiye, ku armanca wî ji wê serdanê bo Kobanî gotûbêjkirina rewşa ewlehî û mirovî ya wî bajarê Rojavayê bûye û tekez kiriye, ku bi vê mebestê ligel welatiyên sivîl û berpirsên herêmê civiyaye.

Brett McGurk behsa mana şûnpiyên DAIŞê li Kobanî piştî derbasbûna demek dirêj bi ser rizgarkirina wê de dike û dibêje: "Heya niha jî paşmayiyên terorîstên DAIŞê li deverên bihêz ên wê rêxistinê li wî bajarî tên paqijkirin."

McGurk herwiha çend wêneyên şervanên YPGê û YPJê jî belav kirine û amaje bi berxwedana şervanên YPGê û YPJ di şerê Kobanî de kiriye û ragihandiye, ku serdana goristana şehîdên şerê Kobanî kiriye û wêneyê goristanê jî belav kiriye.

McGurk li ser wê yekê nivîsandiye: "Me rêz li zêdetirî hezar şehîdên şerê Kobanî girt, ku salek pêş niha dorpêça li ser wî bajarî şikandin."

 

 

 

Bi heman mijarî:

Obama: ‘Li dijî DAIŞê daxwaza bikaranîna hêza bejayî kir'
Obama: Bila Tirkiye hêza xwe ji Başîqayê vekişîne
Obama li pêşberî kamerayan giriya
Armanca Obama têkbirina Pûtine
Berendamê Serokatiya Amerîkayê: 'Obama piştgiriyê dide DAIŞê'
Etîketan:
ypj, ypg, Kurd, DAIŞ, Brett McGurk, Rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de