16:45 25 Hezîran 2018
Denîse Natalî

Amerîka: ‘Piştî ku kurd ji hêla aborî ve xurt bûn, bila herin referandumê'

© Foto : K24
Cîhan
Lînkê kurt
0 10

Pispora Navenda Lêkolînên Stratejîk a Neteweyî li Washîngtonê Denise Natalî destnîşan kir ku piştî kurd ji hêla aborî ve xurt bûn, bila herin referandumê.

Navenda Nûçeyan — Pispora Navenda Lêkolînên Stratejîk a Neteweyî li Washîngtonê Denise Natalî di hevpeyvîna xwe ya digel televîzyona K24ê de destnîşan kir ku pêşî kurd divê di hêla turîzm û pişesaziyê de xurt bibin û piştî kurd ji hêla aborî ve xurt bûn, bila herin referandumê.

Divê Kurdistan projeyên aborî têxe pratîkê

Pispora amerîkî di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘ Tişta girîng ne encama referandumê ye, herkes dizane bê kurd xwediyê hêzeke xurt ya neteweyî ne û ji sedî 98ê wan serxwebûnê dixwazin. Lê ya herî girîng wê çawa vê projeye têxin pratîkê an jî wê çawa li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin.'

Hewceyiya Kurdistanê bi dewlemdbûnê heye

Denise Natalî di dirêjiya axaftina xwe de got: ‘Heke ez kurd bûma, ez ê bi bêdengî bixebitiya me û min ê aboriya xwe xurt bikira û girîngî bidana turîzm, pişesazî û beşên din û min dest ne dida petrolê. Divê Kurdistan bikaribe vê projeye têxe jiyanê, lewma hewceyiya dewlemendbûna Kurdistanê div an beşan de heye.'

Bi heman mijarî:

Şanda Amerîka, Brîtanya û Fransayê serdana Rojava kirin
Kremlîn: ‘Amerîka, ji vêgade çamurê davîne Pûtîn'
NATO: ‘Amerîka ji bo Iraq û Sûriyeyê alîkarî ji me xwest'
Amerîka, PYD tevlî civînên Cenevreyê nabe
Amerîka: Şervanên kurd derbasî rojavayê Firatê bûne
Etîketan:
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Neteweyî li Washîngtonê, Denîse Natalî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de