20:07 18 Hezîran 2018
Zeid Raed el Huseyîn

NY: ‘Bila êrişa ser sivîlên kurd li Tirkiyeyê were lêpirsîn'

© REUTERS / DENIS BALIBOUSE
Cîhan
Lînkê kurt
0 11

Komîserê Bilind ê Mafê Mirovan yê Netewên Yekbûyî (NY) Zeid Raed el Huseyîn banga Tirkiyeyê kir ku bila êrişa ser sivîlên kurd were lêpirsîn.

Navenda Nûçeyan — Komîserê Bilind ê Mafê Mirovan yê Netewên Yekbûyî (NY) Zeid Raed el Huseyîn banga Tirkiyeyê kir êrişa ser grûbeke sivîlên kurd ku parlamenterê HDPê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî di nav de bû were lêpirsîn.

Vê bûyerê em şok kirin

Zeid Raed el Huseyîn di axaftina xwe de behsa êrişa 20ê Rêbendanê ya çekdarî ku grubeke sivîlên kurd û parlamenterê HDPê Faysal Sariyildiz jî di nav de 10 kes di bin êrişê de man kir û got: ‘ Vê buyerê em şok kirin, di dîmênan de jinek û merek ku alên spî di destê wan de û îhtîmale ku bi ereboka destan cenaze dikşandin û ji terefê wesayîta zirxî ya leşkerî dihatin şopandin.'

El Huseyîn di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Ev grûba sivîl hetanî derbasî aliyê din yê rê dibin, bi giranî rastî êrişa çekdarî tên, kameremanê ku dîmên dikşandin jî hat girtin û ev jî metirsiya li ser çapemeniyê ye.'

Êrişî grûba ku parlamenter jî di nav de kiribûn

Grûba ku parlamenterê HDPê Faysal Sariyildiz û rojnamevan jî di nav de, li taxa Cûdî cenaze û birîndar hilgirtibûn û ev grûb dema ku ji Cûdî vegeriyabûn Cizîrê, ji wesayîta zirxî ya leşkerî rastî êrişa çekdarî hatibûn û kameremanê televîzyona IMCê Refîk Tekîn jî di nav de 10 kes birîndar bibûn.

Bi heman mijarî:

Menna: ‘Bila NY li ser beşdarên Cenevreyê dîsa bifikire'
Fabîus: 'NY, PYD ji bo civînê nevexwend'
NY: ‘Ji bo Cenevreyê sibê dê beşdarvan werin vexwendin'
NY ji bo budçeya Kurdistanê Iraq hişyar kir
NY: ‘Li Iraqê 3 hezar û 500 koleyên DAIŞê hene'
Etîketan:
HDP, NY, Zeid Raed el Huseyîn, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de