03:18 20 Hezîran 2018
Afganîstan

Li paytextê êrişa xwekujiyê: 10 kuştî

© REUTERS / Parwiz
Cîhan
Lînkê kurt
0 02

Li paytexta Afganîstanê êrişa xwekujiyê pêk hat. Li gorî AFPê di êrişê de herî kêm 10 kes hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan — Li Paytextê Afganîstanê li Kabîlê li nêzî avahiya parlamentoyê êrişa komkujî li navenda polêsan hat kirin. Di encama êrişa komkujî de herî kêm 10 kes hatin kuştin.

Berdevkê Wezareta Navxweyî yê Afganîstanê Necîb Daniş daxuyaniya da ajansa AFPê û ragihand, êrişa komkujî ya navenda polêsan bi wesayîta bombekirî hat kirin û gelekî dijwar bû.

Hejmara kuştiyan hê bi fermî nehatiye ragihandin lê, li gorî nûçegihanê ajansa AFPê ku ragihand li cihê bûyerê zêdetirî 10 cenazeyan habûn û dibe hejmara kuştiyan hê jî zêde bibe.

Hevdîtin dê vê hefteyê werin dest pêkirin

Heta niha tu kes an jî rêxistin ev bûyer negirtiye ser xwe, lê rêxistina Talîbanê gelek caran avahiyên fermî yên hikumeta dixe hedef û êrişan pêk tîne.

Ji aliyê din ve ev bûyera teqîna Kabîlê berî hevdîtinên rêxistina Talîban û hikumeta afgan ya tora sêyemîn hat. Hikumeta Afganîstanê ji bo ku şerê bi rêxistina Talîbanê re bi dawî bike hevdîtinan dike û hefteya pêşiya li Îslamabada Pakîstanê bi tevlîbûna Çîn, Pakîstan û Amerîkayê dê hevdîtinên aştiyê bikin. Tê texmînkirin ku Talîban ji bo ku di hevdîtinan de destê xwe xurt bike van êrişan pêk tîne.

Bi heman mijarî:

Talîban Li Afganistanê êrişî bajêr kir: 9 kuştî
Talîban li Afganîstanê herêmek bi dest xist
Di nava Talîban de krîza serokatiyê: 70 kes hatin kuştin
Mûşeref: Me Talîban li hemberî Rûsyayê perwerde kir
Kabûl-Talîban-Gotebêj
Etîketan:
Talîban, Wezareta Navxweyî yê Afganîstanê, Necîb Daniş, Kabîl, Afganîstan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de