10:14 22 Sibat 2018
Zindî
    Mîlitanên FARCê

    Rêxistina FARCê, çekan datîne û dikeve siyasete

    © AP Photo/ Ricardo Mazalan
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokê rêxistina FARCê Rodrigo Londono ku wekî navê Timoçenko jî tê zanîn destnîşan kir ku piştî îmzekirina peymana aştiyê ew ê siyaseta bê çek bikin.

    Qral Selman û Ahmet Davutoglu
    © Foto: AA/ Hakan Göktepe
    Navenda Nûçeyan — Serokê rêxistina Hêza Çekdar û Şoreşger a Kolombiyayê (FARC) Rodrigo Londono ku wekî navê Timoçenko jî tê zanîn hevpeyvînek da kovara Semanayê û destnîşan kir ku piştî îmzekirina peymana aştiyê ew ê siyaseta bê çek bikin.

    Dibe em tevlî hilbijartina serokatiyê bibin

    Timoçenko di axaftina xwe de got: ‘Em ê bê çek di nava siyasete de bin, ji bo ku em peymana li hev kirine têxin xerentiyê hetanî ji me were em ê hêzeke siyasî bicivînin. Em ê çekên xwe deynin aliyekî û tevlî tekoşîna siyasî bibin û dibe em tevlî hilbijartina 2018an ya serokatiyê jî bibin.'

    Em şensekî bidin Kolombiyayê

    Rodrigo Londono di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘ Divê hemû alî rêzê li peymana li hev kirine bigrin. Di sala 1980yî de 5 hezar endamên ‘Yekîtiya Welatparêz' ku baskê FARCê yê siyasî bû, bi piştgiriya leşkeran hatin kuştin. Hevalên min tim dipirsin dibêjin gelo aqubeta wan neye sere me û ji vê ditirsin. Lê em ê dîsa jî şensekî bidin Kolombiyayê.'

     

     

    Bi heman mijarî:

    FARCê ji bo aştiyê şertê parlamentoyê danî
    Rojîn: 'Kurd serê şaristaniyekê dimeşînin û pêwistiya wan bi dewletekê heye'
    Davutoglu: Dê Sûr, bibe wekî Toledo'
    Kremlîn: ‘Haya Pûtîn ji daxwaza Erdogan heye'
    Davutoglu bersiv da Mahsun Kirmizigul!
    Etîketan:
    Hêza Çekdar û Şoreşger a Kolombiyayê (FARC), Rodrigo Londono, Kolombiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de