03:24 24 Sibat 2018
Zindî
    Çekdarên Boko Haram

    Li Nîjeryayê êrişa Boko Haram: '65 kuştî û 50 birîndar'

    © AP Photo/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Milîtanên rêxistina terorîst ya Boko Haramê li Nîjeryayê li Bornoyê komkujî pêk anî, di êrişê de 8 jê zarok 65 kes hatin kuştin.

    Navenda Nûçeyan — Milîtanên rêxistina terorîst ya Boko Haramê li Nîjeryayê li eyaleta Bornoyê li bajarê Maiduguri êrişa çekdarî pêk anî, di encama êrişê de 8 jê zarok 65 kes hatin kuştin.

    Di êrişa bajarokê Daloriya ku 5 kîlometro li nêzî bajarê Maiduguri dikeve, li pey xwe gelek cesedên kuştî hiştin. Berdevkê artêşa Nîjeryayê Mustafa Ankas ragihand di êrişa çekdarî de 8 jê zarok 65 kes hatin kuştin û 50 kes jî birîndar in.

    ​Ankas di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Bi 10an milîtan bi wesayît û motoran hatin avahî û xanî şewitandin, êrişî derdorê kirin û 3 jinê komkuj xwe di nava gelê ku direviya de teqandin.'

    Serbijîşkê nexweşxaneya Maiduguriyê jî destnîşan kir ku ji 65 cesedên ku hatine nexweşxanê 8 jê zarok in û dermankirina nêzî 60 kesî jî didome.

    Li gorî hinek saziyên çapemenî yên herêmî îdia kirin ku, milîtanên terorîst lîbasên leşkerên artêşa Nîjeryayê li xwe kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    5 çekdarên Boko Haram li Mûsilê hatin kuştin
    Li Nîjeryayê zarokê xwekuj xwe teqand: 20 kuştî
    Li Nîjeryayê êrişa Boko Haramê: 50 kuştî 90 birîndar
    Li Nîjeryayê teqîn: Herî kêm 100 mirî
    FLAŞ İDIA - Li Nîjeryayê bi 100an şiî hatin kuştin
    Etîketan:
    Artêşa Nîjeryayê, Boko Haram, Mustafa Ankas, Borno, Nîjerya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de