05:37 21 Hezîran 2018
Leşkerên pakîstanî

Artêşa Pakîstanê, Beluciyan dikuje

© AP Photo /
Cîhan
Lînkê kurt
0 01

Artêşa Pakîstanê, li Belucîstanê li hemberî sivîlên Belucî qetlîamên xwe didomîne, çûna ambulans û wezîfedarê tendirustî asteng dike ku xwe bighînin birîndaran.

Avahiya CIA
© REUTERS / Larry Downing
Navenda Nûçeyan — Beluciyên ku xwe wekî ‘nîjad kurd'û jêderka Medan dibînin, hejmara wan li Pakîstanê nêzî 20 milyona ye. Welatê Belucîstan jî mîna Kurdistanê bûye 4 perçe û hatiye dagirkirin. Êrişên Artêşa Pakîstanê herî zêde li herêma Bolana Belucîstanê dibin.

Li gorî ajansa nûçeyan ya Baloch Warna ku spartiye çavkaniyên herêmî, Artêşa Pakîstanê 3 roj berê, li Belucîstanê li herêmên Bolan, Hernayî, Merwar, Mundeyî Per bê weqetandin li hemberî sivîlan qetlîaman dike.

Di berdewamiya nûçeya Baloch Warnayê de tê gotin ku Artêşa Pakîstanê dest datîne ser malên xelkên sivîl yên Belucî û malên wan dişewitîne, gelê sivîl li hemberî vê zilm û zoriyê di van şertê çile de xwe dighîne qadên vekirî. Her wiha koçerên ku debara xwe ji xwedîkirina ajal û çandiniyê dikin jî rastî êrişan tên. Xelkên Belucî yên sivîl ku malên wan hatine talankirin, li hemberî şertên giran yên çile, bê xwarin û bê tekoşîna jiyanê didin.

Ji aliyê din ve Hêza Hewayî ya Pakîstanê jî ragihand ku ew piştgiriya êrişan dikin û ji ber êrişên hewayî gelek xelkên sivîl hatine kuştin û birîndar bûne û destura çûna ambulans û wezîfedarên tendirustî nayê dayîn ku xwe bighînin birîndaran.

 

 

Bi heman mijarî:

Li Pakîstan û Efganîstanê bi şîdeta 7,7 erdhêj: 180 mirî û nezî 360 kes jî birîndar in
Pakîstan li hember CIA doz vedike
Pakistan: Balyozên Flipîn û Nerwîjê jiyana xwe ji dest dan
Demirtaş agahiya ji ‘hevalê' xwe wergirtiye eşkere kir
Hevseroka MSDê: 'Me ji Rûsya û Amerîkayê re gotin ku em ê biryarên Cenevreyê nas nekin'
Etîketan:
Artêşa Pakîstanê, Belucîstan, Pakîstan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de