09:14 21 Hezîran 2018
Helîkopter

Rûsya û Hîndîstan wê helîkopteran bifroşin bazarên cihanê

© Flickr / jv.bhasker
Cîhan
Lînkê kurt
0 01

Şirketa teknolojî ya dewleta Rûsyayê Rostecê destnîşan kir ku Moskova û Delhiya Nû wê helîkopteran bifroşin bazarên cihanê.

Navenda Nûçeyan — Şirketa teknolojî ya dewleta Rûsyayê Rostecê destnîşan kir ku Moskova û Delhiya Nû wê 200 helîkopterên Ka-226T li Hindistanê hilberînin û bifroşin bazarên cihanê.

Şirketa Russian Helicopters ku bi Rostecê ve girêdayî ye ragihand ku Rûsya û Hindistan wê bi hev re bi projeyeke hevpar helîkopterên Ka-226T hilberînin û bifroşin bazarên cihanê. Dîrektorê Hevkariya Navneteweyî ya Rostecê Vîktor Kladov ji rojnameya India's Economic Timesê re axivî û got: ‘Ev hejmar ji terefê hikumetê ve hatiye pejirandin. Em ê daxwazên sivîl û bazara navneteweyî jî li ber çav bigrin.'

Kladov di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Helîkopterên ku werin hilberîn wê di qadên xebata lêgerîn û rizgarkirinê de jî werin bi kar anîn.'

Helîkoptera Ka-226T bi pergaleke taybet ya navîgasyon û bi kontrolkirina amûrên otomatik hatiye arastekirin. Helîkopter, di bin banê Russian Helicoptersê de ji terefê Ofîsa Kamov a Dîzaynê ve di sala 2002an de hatibû dîzaynkirin.

Bi heman mijarî:

Rûsya: ‘Cihê PYDê li Cenevreyê amade ye'
Rûsya xeyalan nabîne, bi rastî NATO metirsiyê çêdike
Rûsya: ‘Dibe DAIŞ li Tirkiyeyê welatiyên rûsî dîl bigre'
Rûsya, Tirkiyeyê red kir: Hûn jî nikarin tevlî Cenevreyê bibin
Rûsya: ‘Me li Sûriyeyê 484 çeperên DAIŞê dan'
Etîketan:
Ofîsa Kamov a Dîzaynê, Rostec, Vîktor Kladov, Hindistan, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de