03:02 22 Hezîran 2018
Parlamentoya Ewropayê

MPKE: ‘Rûsya, kedeke mezin dide tekoşîna dijî terorê'

© Sputnik / Vladimir Fedorenko
Cîhan
Lînkê kurt
0 00

Serokê Meclîsa Parlamenteran ya Konseya Ewropayê (MPKE) Pedro Agramunt destnîşan kir ku Rûsya kedeke mezin dide tekoşîna dijî terorê.

Navenda Nûçeyan - Serokê Meclîsa Parlamenteran ya Konseya Ewropayê (MPKE) Pedro Agramunt ji ajansa Spûtnîkê re ragihand ku Rûsya kedeke mezin dide tekoşîna dijî terorê û ji bo hevkariya bi Moskovayê re divê em rêyên nû plan bikin.

Agramunt di axaftina xwe de got: ‘Di vê mijarê de pozisyona me û Rûsyayê yek e. Keda parlamenterên rûsî ji bo me gelekî girîng e, ji bo tekoşîna dijî terorê her gava bê avêtîn û peyva were gotin pir bi bandore, lewma divê li gorî vê em tevbigerin.'

Em li tekoşîna dijî terorê kom bibin

Pedro Agramunt di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘ Terorîzm jiyana hemû ewropiyan heta jiyana hemû însaniyetê dixe xeteriyê û ev metirsî tenê bi hevkariyê tê çareserkirin. Hetanî ez li ser vî karî bim, wezîfeya min pêşî wê tekoşîna bi terorîzmê re be.

Em dixwazin bi Rûsyayê re hevkariyê bikin

Agramunt di dirêjiya axaftina xwe de got: ‘Li ser mijara terorîzmê, ez bi Nûnerê Rûsya ê Daîmî yê Konseya Ewropayê Îvan Soltanovskiy re jî axivîm. Gelek mijarên ku em biaxivin û çareser bikin hene. Diyaloga bi Rûsyayê re gelekî girîng e û ji bo vê Konseya Ewropayê cihekî baş e. Rûsya, li Ewropayê ye û endamê MPKEyê ye. Em wekî ewropiyan dixwazin pirsgirêkên xwe bi hev re çareser bikin.'

 

 

Bi heman mijarî:

Rûsya: ‘Cihê PYDê li Cenevreyê amade ye'
Rûsya xeyalan nabîne, bi rastî NATO metirsiyê çêdike
Rûsya: ‘Dibe DAIŞ li Tirkiyeyê welatiyên rûsî dîl bigre'
Rûsya, Tirkiyeyê red kir: Hûn jî nikarin tevlî Cenevreyê bibin
Rûsya û Misir li ‘Kanala Suveyş' ê herêma pîşesaziyê ava dikin
Etîketan:
Meclîsa Parlamenteran ya Konseya Ewropayê (MPKE), Îvan Soltanovskiy, Pedro Agramunt, Ewropa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de