11:20 19 Sibat 2018
Zindî
    Yemen

    Brîtanya firotina çekan ji bo Riyadê 100 qat zêde kir

    © REUTERS/ Stringer
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 01

    Navenda Nûçeyan - Rexneyên îxlala mafên însanî yên derbarê Erebîstana Siûdî, li Brîtanyayê her diçin zêde dibin, hikumet ji bo îxraca çekan ya Riyadê tê rexnekirin.

    Li gorî nûçeya William Whitemanê Rossia Todayê, Brîtanya di nava 3 mehan de îxrac kirina çekên Erebîstana Siûdî ji milyarek sterlî bihurî. Li gorî 3 mehên berê Brîtanya bi 9 milyon sterlin çek firotibûn Siûdiyê û ev li gorî doneyên 3 mehên dawî sedî 11 hezar zêde bûye.

    Whiteman derbarê vê îxracê de serî li hikumetê da û di bersivê de hat gotin ku em tim bi hêza hevpeyman ya di bin serokatiya Erebîstana Siûdî û bi hûsiyan re ji bo ku rêzê li mafên însanî bigirin hevdîtinan dikin. Em rewşê bi awayekî zelal dişopînin û ji bo Riyadê em tim pêşniyara alîkarî û şêwirmendiya leşkerî dikin.

    Cameron, Brîtanya dixe nava şer

    Di vê navberê de politikaya ku Londra dimeşîne dibe sedema nerazîbûnê. Siyasetmedarê îçkoçyayî Angus Robertson destnîşan kir ku Serokwezîrê Brîtanyayê David Cameron dixwaze Brîtanyayê li Yemenê bi Erebîstana Siûdî re têxe nav şer.
    Her wiha Cameron jî ji bo ewlehîya Londra û Riyadê hevkariyê tekoşîna dijî DAIŞ û rêxistinên terorîst girîng nirxandibû.

    Bi heman mijarî:

    Brîtanya di kuştina Litvinenko de rastî ‘şopa' Pûtîn hat
    Brîtanya jî li Sûriyê dest bi lêdana komên terorîst kir
    Amerîka, Almanya, Brîtanya, Fransa, Qatar, Tirkiye û Erebistana bangî Rûsyayê kirin
    Brîtanya amadeye ku roketên nûkleerî yên DYA li xaka xwe bicîbike
    Dadgeha Brîtanya wê problêma opozisyonerê Sovyetî şirovebike
    Etîketan:
    Serokwezîrtiya Brîtanyayê, Angus Robertson, David Cameron, Erebîstana Siûdî, Brîtanya, Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de