05:30 12 Kanûn 2017
Zindî
    Biden û davutoglu

    BAŞÎKA - Amerîka û Tirkiyayê lihev kirin

    © Foto: AA/ Hakan Göktepe
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 01

    Amerîka û Tirkiyayê li ser kampa Başîkayê lihev kirin. Her du dewletan biryar dan ku kordînasyona navbera xwe li kampa Başîkayê zêde bikin.

    Navenda Nûçeyan — Amerîka û Tirkiyê li ser kampa Başîke ya lihev kirin.  Piştî civîna Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu û Cîgirê Serokê Amerîka yê Joe Biden, Serokwezareta Tirkiyê derbarê naveroka civînê de daxuyaniyek da.

    Li gor daxuyaniya Serokwezareta Tirkiyê di civîna serokwezîrê Tirkiyê Ahmed Davutoglu bi Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden re, herdu aliyan li ser wê yekê lihev kirin ku kordînasyona navbera hêzên Amerîka û yên Tirkiyê li kampa Başîkayê zêde bikin û însyatîfên nû berdewam bikin.

    Tirkiyê, destpêka Kanûna par tabûrek leşkerên xwe derbasî devera Başîkê ya Mûsilê kiribû.

    Ev yek rastî nerazîbûna Iraqê hatibû lê Tirkiyê dibêje, ew leşker ji bo parastina wan pisporên leşkerî yên perwerdeyê didin hêzên Iraqî, çûne wir û dê li wir jî bimînin.

     

    Bi heman mijarî:

    NATO: ‘Amerîka dixwaze em tevlî şerê li dijî DAIŞê bibin'
    Amerîka, wê sivîlên ku dikuje perçe perçe eşkere bike
    Amerîka, piştî Iraq û Sûriyeyê wê li Afganîstanê jî li DAIŞê bide
    Amerîka: ‘Emê DAIŞê dê têk bibin'
    Amerîka hejmara leşkerên xwe li Iraqê zêde dike
    Etîketan:
    Amerikî, Tirkiya, Joe Bîden, Ahmet Davutoglu, Başîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de