19:29 21 Hezîran 2018
Arda Turan

Arda Turan: ‘Li welatê min mirov tên kuştin’

© Foto: FB
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Gogbazê tirk Arda Turanê ku di tîma Barcelonaya Kartalonyayê de dilîze beşdarî bernameyeke radyoyî bû û got: ‘Li welatê min mirov tên kuştin.’

Barcelona — Arda Turan daxuyand ku di navbera Katalonya û Spanyayê de jî pirsgirêk hene; lêbelê di çarçoveyeke demokratîk de û bi riya diyalogê tên çareserkirin; herwiha hêvî xwest ku li Tirkiyayê jî hewayeke demokratîk derkeve holê û rêbaza diyalogê were ceribandin.

‘Modela Katalonyayê mînakeke baş e’
Turan bal kişande ser pêvajoya demokratîk a li Katalonyayê û got: ‘Hurmeta min ji ramanên Katalonyayê re heye. Xwezila bêyî ku mirov bên kuştin, ev pêşketin li welatê min jî pêk bihata. Bi riya diyalog, demokrasî û parvekirinê li hev bikirana dê gelekî xweş bibûya.’

Di nava hevpeyvînê de bernamesazê radyoyê got ku rewşa Tirkiyayê niha gelekî hesas e û li ser vê yekê Turan wiha bersiv da: ‘Rewşa Tirkiyayê niha kambax e. Demokrasiya ku hûn qala wê dikin li Spanya û Katalonyayê heye; lê mumkin e ku li cem me jî hebe. Mirov dikarin bêyî ku hev bikujin hev û din sererast bikin.’

‘Li wir mirov dimirin’
Bernamesazê radyoyê dîsa mudaxeleyî axaftina Arda Turan kir û got: ‘Gelekî balkêş e. Hevpeyvîn di atmosfereke xweş de derbas dibe; lê rûyê te û tercumanê te qerçimî û hûn hinekî xemgîn bûn.’
Li ser vê yekê Turan got: Ji ber ku li wê derê mirov tên kuştin. Li vê derê jî di navbera Spanya û Katalonyayê de gelek nîqaş çêdibin; li bi awayekî demokratîk bi rê ve diçin. Înşaellah dê li welatê min jî hewayeke mirovane pêk were.

 

Bi heman mijarî:

Heşdî Şabî 9 camiyên suniyan teqandin
PE: Tirkiyeyê bajarên kurdan kiriye qada şer!
Amerîka: ‘Emê DAIŞê dê têk bibin'
Zaxarova bangî Tirkiyeyê kir: ‘Dev ji polîtîkaya tunekirina kurdan berde’
Encamnameya Civata Wezîran a taybet ji bo qeyrana aborî eşkere bû
Brîtanya di kuştina Litvinenko de rastî ‘şopa' Pûtîn hat
Etîketan:
lihevkirin bi riya diyalog, demokrasî û parvekirinê, ramanên Katalonyayê, pêvajoya demokratîk a li Katalonyayê, çareseriya di çarçoveyeke demokratîk de û bi riya diyalogê, pirsgirêkên di navbera Katalonya û Spanyayê de, tîma Barcelonaya Kartalonyayê, Arda Turan, Katalonya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de