17:08 24 Sibat 2018
Zindî
    Aleksandr Litvinenko

    Brîtanya di kuştina Litvinenko de rastî ‘şopa' Pûtîn hat

    © Sputnik/ Kolaj
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 01

    Brîtanyayê, di ‘lêpirsîna gelemperî' ya ajanê rûsî Aleksandr Litvinenko ku di sala 2006an de li bajarê Londrayê bi jahriyê hat kuştin de, rastî ‘şopa' Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn hat.

    Navenda Nûçeyan — Brîtanyayê, di lêpirsîna gelemperî ya ajanê rûsî Aleksandr Litvinenko ku di sala 2006an de li bajarê Londrayê bi jahriyê hat kuştin de, rastî ‘şopa' Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn hat. Wezareta Derve ya Rûsyayê jî di daxuyaniya xwe de lêpirsîna Brîtanyayê bi alî û siyasî bi nav kir.

    Li gorî raporta ‘lêpirsîna gelemperî' ya dawî Litvinenko, ji terefê ajanên FSBê Dmitriy Kovtun û Andrey Lugovoy ve bi îhtîmala madeyeke radyoaktif ku polonyum e û bi fermana Serokê FSBê yê wê dewrê Nîkolay Patruşev û Vladimîr Pûtîn hatiye kuştin.

    Ji bo heyfê hat jahrîkirin

    Li gorî raportê, Lugovoy û Kovton, Litvinenko li bara otela Milleniuma Londrayê ji bo ku derheqê Pûtîn û FSBê de axivî bûi jahrî kirin.

    Litvinenko, di sala 2000an de derheqê Pûtîn FSBê de hinek îdia kiribûn, piştî wê çûbû Londrayê û têkiliya wî ji FSBê hatibû qutkirin.

    Rûsya, Brîtanya dozê dixe mijara siyasî

    Ji aliyê din ve berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova lêpirsîna Brîtanyayê ji zelaliyê dûr û bi alî bi nav kir. Brîtanya doza Litvinenko dixe mijara siyasî. Em ji siyasîkirina vê dozê ku pêwendiyên herdu welatan dixe gumanan gelekî xemgîn in.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya, di nava dewletên bi hêz de kete rêza duyemîn
    Rûsya û Amerîka li ser beşdarbûna PYDê ya li Cenevreyê li hev nakin
    Rûsya: Me li Sûriyeyê bi moşekên kruz li DAIŞê xist
    Brîtanya jî li Sûriyê dest bi lêdana komên terorîst kir
    Brîtanya: 'Em ê alîkariyê bidin kurdên Rojava'
    Etîketan:
    Servîsa Federal a Ewlehiyê (FSB), Nîkolay Patruşev, Vladimîr Pûtîn, Dmitriy Kovtun, Andrey Lugovoy, Aleksandr Litvinenko, Londra, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de