15:19 22 Sibat 2018
Zindî
    Leşkerên Erebîstana Siûdî

    Hedefa DAIŞê ya nû wê Erebîstana Siûdî be

    © AP Photo/ Hassan Ammar
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nivîskarê kovara National Interestê Schuyler Moore îdia kir ku piştî DAIŞ hêza xwe ya Iraq û Sûriyeyê winda bike wê êrişî Erebîstana Siûdî bike.

    Navenda Nûçeyan — Nivîskarê kovara National Interestê Schuyler Moore îdia kir ku piştî DAIŞ hêza xwe ya Iraq û Sûriyeyê winda bike wê êrişî Erebîstana Siûdî bike. DAIŞê, Erebîstana Siûdî ji bo hevkariya bi Amerîkayê re xistiye hedefa xwe. Lewma rêvebiriya Siûdî jî di 2015an de 100 kesên ku bi DAIŞê re têkildar bûn girtin.

    Piraniya ciwanan bêkar in

    More di berdewamiya gotara xwede dibêje, nifusa Erebîstana Siûdî sedî 70 di bin 30 salî de ye û ji sedî 30ê van jî bêkar in. Biyanî jî di nav de herkes li gorî qanûnên şerîetê dijî û koçber li hemberî vê derdikevin. Piraniya ciwanên Siûdî bêkar in û bi hêsanî dikarin bibin endamê DAIŞê.

    DAIŞ qels bibe jî, milîtan bi carekê re winda nabin

    Schuyler More di dirêjiya gotara xwe de dibêje, dibe çavkaniyen DAIŞê xelas bibin û li hemberî civaka navneteweyî rastî zor û zahmetiyan were, lê milîtan bi carekê re tune nabin, lewma hebûna DAIŞê zêdetir li ser milîtanên biyanî ye û girêdana wan bi welatê ku lê şer dikin de tuneye, lewma bi hesanî dikarin koç bikin. Ji bo vê dewleta herî zêde bi potansiyel ku DAIŞ koçî wê bikin Erebîstana Siûdî ye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Erebîstana Siûdî, îdaman dispêre qanûnên şerîetê
    Zarîf: Îran, pêwendiya xwe ji Erebîstana Siûdî nabire
    YPGê li Rojava dest danî ser çekên Erebîstana Siûdî
    Îranê bersiva Erebîstana Siûdî da
    Erebîstana Siûdî firînên xwe yên Îranî rawestandin
    Etîketan:
    Kovara National Interestê, Schuyler Moore, Erebîstana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de