13:47 24 Hezîran 2018
Polês, lêgerîn, kontrol, lêpirsîn, serdegirtin

Rêxistina Efûyê: ‘Êrişên Tirkiyeyê jiyana 200 hezar kesî dixin xetereyê

© AP Photo / / Usame Ari
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Rêxistina Efu ya Navneteweyî, Hikumeta Tirkiyeyê derbarê qedexeyên bajarên kurdan de rexne kir û got, jiyana 200 hezar kesî di xeteriyê de ye.

Navenda Nûçeyan — Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Hikumeta Tirkiyeyê derbarê qedexeyên li bajarên kurdan de rexne kir û got: 'Jiyana 200 hezar kesî di xeteriyê de ye. Civaka navneteweyî li hemberî van îxlalên mafî yên herêmê bê deng e.'

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî derbarê qedexeyên derketina kolanan ên li ser bajarên kurdan de daxuyaniyek belav kir û got: 'Qedexeyên heta demeke nediyar û operasyonên pêkhatî îxlalên mafên mirovan e. Hikumetê di operasyonan de jiyana 200 hezar kesî xistiye xetereyê û wekî ku ceza dabe wan tev digere.'

Rêxistin di berdewamiya raporta xwe de dibêje: 'Li hemberî sepanên bêrehm û kêfî yên hikumetê, gel bi zor û zehmetiyan re rû bi rû maye. Niha çavdêrên biyanî nikarin xwe bigihînin herêma kurdan û em encama zor û zehmetiyên li herêmê baş nizanin. Hêzên ewlehiyê nahêlin ku ambulans herin herêma şer û birîndaran derman bikin.'

Dalhuisen, ev cezakirineke giştî ye

Dîrektorê Bernameyên Ewropayê û Asya Navîn John Dalhuisen jî operasyon rexne kirin û got: 'Operasyonên ku bi rojan didomin û qedexeyên derketina ji malan jiyana bi hezaran însanan dixe xetereyê û ev sepandin wekî cezayekî kolektîf e.'

Bi heman mijarî:

Wezareta Pêşmerge, Rêxistina Efûyê derewand
Serokê rêxistina Ehrar El-Şam hat kuştin
Rêxistina cihadîst piştgirî da Erebîstana Siûdî
PYD bû endama Rêxistina Sosyalîst a Internasyonal
Rêxistina HDPê ya Dêrsimê îtiraza encamên hilbijartinê kir
Rûsya: 'Em PKKê wek 'rêxistina teror' nabînin'
Etîketan:
Rêxistina Efu ya Navneteweyî, Dîrektorê Bernameyên Ewropa û Asya Navîn, John Dalhuisen, Silopi, Cizre, Sûr, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de