17:39 18 Kanûn 2017
Zindî
    Hamdi Ulukaya

    DAVOS - Karsazê kurd ê ku 2 milyon dolar bexişand Kobaniyê axivî

    © Foto: Twitter
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 12

    Her sal li bajarê Davosê yê Swîsrayê civîneke aboriyê tê lidarxistin û di civîna duh de karsazê kurd ê ku di dorpêça DAIŞê de 2 milyon dolar bexişand Kobaniyê jî beşdar bû.

    Davos – Karsazê kurd Hamdî Ulukaya siyasetnasekî kurd e ku ji siyasetê zêdetir bi mast û alîkariyên xwe yên mirovîn tê naskirin. Salên 90î ji bo xebatên akademîk çû Amerîkayê û salên 2000î dest bi hilberandina mast kir. Di demeke kurt de bi markeya "Çobanî" bû xwediyê serwete giran û wekî patronê mast hate naskirin.

    Di dorpêça DAIŞê ya li ser Kobaniyê de Ulukaya di nav kurdan de zêde nedihat naskirin; lêbelê dema ku 2 milyon dolar bexişand YPGê da ku ji xwe re zexîre, çek û teqemeniyan bikire; berxwedana xwe bidomîne. Piştî vê bexşîşê Ulukaya di nava kurdan de bi çavekî rûmetê hate naskirin û bû modela hera baş ji bo “karsazê mirovdost”.

    Ulukaya di axaftina xwe ya li Davosê de behsa serkeftinên xwe kir û ji bo çareserkirina krîza koçberî û penaberiyê hinek ramanên xwe parve kirin.

    Hêjayî gotinê ye ku “Patronê Mast” Hamdî Ulukaya peymana The Giving Pledge îmze kiriye û nîvê serweta xwe bexişandiye saziyên koçber û penaberan.

    Bi heman mijarî:

    Li Stenbolê 30 kurdên siyasetmedar hatin binçavkirin
    Karsazê navdar jiyana xwe ji dest da
    Çîn û Siûdî ji bo rêya hevrişmê di 14 xalan de li hev kirin
    Amerîka hejmara leşkerên xwe li Iraqê zêde dike
    Serokê DESOBê: 'Hikumeta tirk bersiveke cidî nade me'
    Etîketan:
    Patronê Mast, karsazê mirovdost, 2 milyon dolar ji bo Kobaniyê, mastê Çobanî, Şirketa Çobanî, Hamdi Ulukaya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de