12:48 25 Îlon 2017
Zindî
    Claudia Roth

    Almanya: Tirkiye li Bakurê Kurdistanê yasaya navnetewî binpê dike

    © Sputnik/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 482271

    Cîgira Serokê Parlementoya Almanyayê Claudia Roth ji ber êrişên dijwar yên artêşa Tirkiyê ku li bajarên kurdan pêk tîne, daxwaza helwestnîşandaneke tund ji hikûmeta Almanyayê û NATOyê kir.

    Almanya - Claudia Rotha ji ajansa nûçeyan ya almanî DPA re got: ‘Eger siyaseta navxwe bibe pîvana danûstandina ligel Tirkiyeyê, wê demê dê awira ji bo mafên mirovan bi temamî winda bibe.'

    Rotha ku bal kişand ser yekemîn ‘Civînên Hikûmetî' yên di navbera Tirkiyê û Almanyayê de, ku wê roja înê li Berlînê pêk werin, wiha berdewam kir:

    Nabe bi sedema ku di pêşîlêgirtina pêla koçberan de pêwîstiya me bi Tirkiyê heye, em nikarin çavên xwe ji şerê navxweyî yê li Tirkiyê re bigirin. Divê qedexeya derketinê ya li bajarên herêmê rabe. Siyaseta Serokkomar Erdogan, Tirkiyê parçe dike, lê bandora wê li welatê me jî heye, dibe ku bibe sedema pevçûnên di navbera tirk û kurdên li Almanyayê.'

    Rotha ku siyasetmedareke naskirî ya Almanyayê ye û demek dirêj seroka Partiya Keskan bû û weke dosteke kurdan tê naskirin û êrişên li kurdan weke binpêkirina ‘yasaya navnetewî' bi nav kir, bangî NATOyê jî kir ku bêdeng nemîne: ‘Hevkariya leşkerî ya di çarçoveya NATOyê de divê bikevê rojevê.'

    Bi heman mijarî:

    Li Peytextê teqîn: 3 Birîndar!
    Artêşa tirk derbasî Cerablûsê bû!
    Nivîsyarê tirk: ‘Tirkiye li dijî kurdan şerekî heram dimeşîne'
    Amerîka ji bo Îranê sepandinên nû anîn
    Dewleta tirk li Kanadayê hate protestokirin
    Merkel pirsgirêka penaberan nikarê çareser bike
    KCK: Wê Kurdistan hemû bibe weke Cizîr, Sûr û Sîlopî!
    Etîketan:
    DIE GRÜNEN, Claudia Rotha, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de