17:42 26 Îlon 2017
Zindî
    Alaya NY

    Neteweyên Yekbûyî ji bo kurdan hişyarî da Tirkiyayê

    © Foto: UN Photo/John Isaac
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 307831

    Li gorî nûçeya PUK Mediayê, Komîteya Rawestandina Nijadperestiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi raportekê diyar kir ku Tirkiya mafên kurdan binpê dike.

    Navenda Nûçeyan — Komîteya Rawestandina Hemû Cureyên Nijadperestiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) [United Nations Committee on the Elimination of Racial Discrimination (UNCERD)] hinek zanyariyên xwe bi raportekê eşkere kirin ku Tirkiya li dijî kurdan siyaseta nijadperestiyê dimeşîne; rê nade kurdan bi taybetî jî jinên kurd di dem û dezgehên fermî de bixebitin.

    Li gorî raportê hikûmeta Tirkiyayê mafên kurdan binpê dike; herwiha azadiya raderbirînê asteng dike, çalakiyên sivîl qedexe dike û bêyî biryarên dadgehan binçav dike.

    Raport dibêje ku hikûmeta Tirkiyayê bi bihaneya teror û parastina asayişê qanûnên li dijî terorê datîne û bêbextiyê li kurdan dike.

    Ji aliyê aborî de jî raportê eşkere kir ku li piraniya bajarên kurdnişîn xizmetên cemawerî di rewşeke nebaş de ne û bi taybetî jî di warê perwerdehî û tenduristiyê de kurd mehrûmiyetê dikêşin.

    Komîteyê diyar kir ku zarokên kurd ji perwerdehiya bi zimanê zikmakî bi tevahî bêpar in.

    Bi heman mijarî:

    Amerîkayê keştiyeke din a balafiran şand Pasîfîka Asyayê
    Akdogan: ‘AKP dixwaze li Şirnex û Colemêrgê baregehên leşkerî avabikin'
    Rûsyayê, li hemberî NATOyê filoya xwe bire Derya Reş
    Jetên rûsî li Sûriyeyê li 579 hedefên terorîstan xist
    18 rojin ji bo cenazeyan di grevê de ne
    Îran destûr nade ku kurd bibin namzedê parlamenteriyê
    Etîketan:
    bêbextiya li dijî kurdan, qanûnên dijî terorê, bi bihaneya teror û parastina asayişê, çalakiyên sivîl, azadiya raderbirînê, mafên kurdan, siyaseta nijadperestiyê, dem û dezgehên fermî, United Nations Committee on the Elimination of Racial Discrimination (UNCERD), Komîteya Rawestandina Hemû Cureyên Nijadperestiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), Neteweyên Yekbûyî (NY), Neteweyên Yekbûyî (NY), Cîhan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de