11:31 24 Îlon 2017
Zindî
    Jens Stoltenberg û Andrzej Duda

    NATO: ‘Em ê li Polonyayê pergala parastina moşekan ava bikin

    © REUTERS/ Francois Lenoir
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Sekreterê NATOyê Jens Stoltenberg diyar kir ku hebûna NATOyê li Polonyayê piştî zîrweya tîrmehê ya Varşovayê dê were zêde kirin.

    Navenda Nûçeyan — Sekreterê NATOyê Jens Stoltenberg diyar kir ku hebûna NATOyê li Polonyayê piştî zîrweya tîrmehê ya Varşovayê dê were zêde kirin. Di serê biharê de ji bo pergala parastina moşekên NATOyê em ê temel biavêjin.

    Sekreterê NATOyê Jens Stoltenberg û Serokomarê Polonyayê Andrzej Duda piştî hevdîtinê li avahiya NATOyê ya Brûkselê civîneke çapemeniyê li dar xistin.

    Serê biharê em ê temel biavêjin

    Stoltenberg di axaftina xwe de got, ez bawerim piştî zîrweya Varşovayê hebûna NATO wê li Polonyayê zêde bibe. Em ê di serê biharê temelê avahiyên leşkerî û pergala parastina moşekan biavêjin.

    Duda, pêwistiya me bi piştgiriyê heye

    Her wiha Serokomarê Polonyayê Duda jî di civîna çapemenî de rahihand ku em ê ji hatina wesayît, leşker û pergalên parastina moşekên NATOyê bo Polonya û rojhilata navîn kêfxweş bibin. Hêzên NATOyê divê karibin li baskê rojhilat ewlehiyê saz bikin. Li gorî şertên îro, li Ewropaya rojhilat û navîn bêtir pêwistî bi hêz û baregên binerdî heye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rayedarê HDPê: NATO di dîroka xwe de tucarî midexaleya şerê navxweyî nekiriye
    NATO dê vexwendina endamtiyê ji Qeredaxê re bişîne
    Rûsya: Di dema teqîna Parîsê de NATO li ku bû?
    Rûsya ji tetbîqata NATO û Amerîkayê ne razî ye
    NATO: 'Daxuyaniya Rûsyayê ‘îxlal bêhemd çêbû' ne rast e'
    Etîketan:
    NATO, Andrzej Duda, Jens Stoltenberg, Brûksel
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de