20:57 26 Îlon 2017
Zindî
    Jinên êzidî

    NY: ‘Li Iraqê 3 hezar û 500 koleyên DAIŞê hene'

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 901

    Li gorî raporta Netewêyên Yekbûyî (NY) ku amadekiriye, DAIŞ, li Iraqê piraniya wan jin û zarok 3 hezar û 500 kole girtine.

    Navenda Nûçeyan — Raporta ku ji aliyên ofisa mafên însanî û misyona alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî ve hatiye amadekirin, DAIŞ, li Iraqê jin û zarok jî di nav de 3 hezar û 500 kole bi zor girtine. Di nava van koleyan de yên herî zêde êzidî û nijadên din jî hene.

    DAIŞê, 19 hezar sivîl kuştin

    Ji aliyê din ve li gorî raportê di nava meha Rêbendana 2014an û Cotmeha 2015an de DAIŞê 19 hezar sivîl bi çekan, serî jêkirin, bi wesayîtan perçiqandin, şewat, ji ser avahiyan avêtin û bi gelek cureyan însan kuştin.

    Di berdewamiya raportê de tê gotin ku, her çikas hejmara însanên ku bi şidetê hatine kuştin bê zanîn jî, kesên ku ji xwarin, av û bê dermanbûnê jiyana xwe ji dest dane hejmareke zêde ye. DAIŞ, ji xeyrî axa Iraqê li Sûriyeyê jî herêmeke gelekî mezin kontrol dike û sûcê mirovî dike.

    Bi 100an zarok hatin revandin

    Her wiha Neteweyên Yekbûyî di raportê cih da zarokên ku hatine revandin û diyar kir ku DAIŞê tenê ji bajarê Mûsilê di navbera 800 û 900 zarokî ji bo ku bikin milîtan însan revandin, perwerdeya leşkerî û olî da wan.

    Bi heman mijarî:

    Bexdayê ji bo Mûsilê bangî NY û Yekîtiya Erebî kir
    Rûsya, Amerîka û NY ji bo pirsa Sûriyeyê dê hevdîtinekê bikin
    Tirkiya ji NY: Bila dosyeya tirkmenên Sûriyayê li Civata Ewlehiyê were gotebêjkirin
    Pêşnûmaya dijterorî ya Rûsyayê li benda erêkirina NY ye
    NY, ji hevdîtina Pûtîn û Esed kêfxweş e
    Etîketan:
    Netewên Yekbûyî (NY), DAIŞ, Sûriye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de