21:11 21 Hezîran 2018
Koçber

Yûnanîstan: Tirkiye piştgiriya qaçaxçiyan dike

© AFP 2018 / Dimitar Dilkoff
Cîhan
Lînkê kurt
0 02

Serokomarê Yûnanîstanê Prokopîs Pavlopulos berî here Almanyayê bi serokomar û serokwezîr re hevdîtinan bike ragihand ku Tirkiye bi qaçaxçiyan re tev diğere.

Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya rojnameya DWya almanî Serokomarê Yûnanîstanê Prokopîs Pavlopulos derbarê krîza koçberan de îdia kir ku tu şika min nîne ku qaçaxçiyên tirk bi piştgiriya wezaretên fermî vî karî dikin û di destê me de delîl jî hene. Kesên ku xebata bazirganiya Însanî dikin tu ferqa wê ji ‘bazirganiya koletiyê' tuneye.

Koçberan bere paş bistînin

Ji aliyê din ve Serokê Partiya Demorat a Civakî (SPD) û Cîgirê Serokwezîr Sigmar Gabriel nerazîbûna xwe li hemberî koçberan nişanda û hişyariya kêmkirina alîkariyên geşepêdanî da û got, welatên wekî Fas, Cezayîr û yên din bila welatiyên bere paş bistînin.

Her wiha di nava Partiya Yekîtiya Xrîstiyanan de jî ji bo girtina sînor deng bilind dibe. Serokwezîra Almanyayê heta niha ji bo neqebûlkirina koçberan tu sînor diyar nekiriye û ji bo vê helwesta xwe tim rastî rexneyan tê.Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê di meha mijdarê de ji bo kontrolkirina koçberan li hev kiribû û li gorî vê lihevkirinê divê Ewropa 3 milyar yuro bide Tirkiyeyê. Hê jî ne diyare ka Ewropa dê çawa vê alîkariyê bide, lewma dewleta Îtalyayê li dijî vê pêşniyarê derketibû.

Bi heman mijarî:

Serokê Komara Çek: Ewropa endamtiya Tirkiyeyê divê qebûl neke
Ewropa: Li Tirkiyeyê ne çapemenî azade û ne jî dadwerî serbixwe ye
FT: ‘Heke Merkel here, Ewropa dê belav bibe’
Ewropa 400 hezar koçber dersînor dike
Ewropa bi pirsgirêkên koçberiyê yên gelekî girîng re rû bi rû ye
Etîketan:
Serokomarê Yûnanîstanê, Partiya Demorat a Civakî (SPD), Angela Merkel, Sigmar Gabriel, Prokopîs Pavlopulos, Almanya, Yûnanîstan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de