09:00 17 Tebax 2017
Zindî
    Koçber

    Kurdan li hemberî sermaya Ewropayê îdare nekirin û vedigerin welatê xwe

    © AP Photo/ Armin Weigel
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 3801

    Piştî ku li Bakûrê Ewropa û li Almanyayê pêla sermaye kete binê 20 dereceyî kurdên koçber îdare nekirin û bi dest vegera welatê xwe kirin.

    Navenda Nûçeyan — Berpirsê kampa koçberên bajarê Lahtiya Fînlandiyayê İhsan Hasan destnîşan kir ku berî niha 27 koçberan daxwaza vegerê kiribûn, niha ev hejmar gihîşte 248 kesan û ev kesên ku daxwaza vegerê dikin vedigerin Herêma Kurdistanê. Koçberan texmîn ne dikir şertên hewayê yê wan têxe rewşeke zahmet. Lewma hewa serma li kampê pirsgirêka germbûnê jî bi xwe re anî.

    Bi zahmetiyan hatibûn Ewropayê

    Her wiha xebatkarekî acentaya rêwîtiyê Salih Selman di axaftina xwe de got, gelek koçberên ku ez bi wan re diaxivim, dixwazin vegerin welatê xwe. Ez şaş dimînim ev koçberên ku bi zahmetiyan li ser rêya Yûnanîstanê gihîştîn Ewropa li hemberî şertên hewayê bê semax man.

    Ji aliyê din ve koçberekî kurd bi navê Xefur Mele Muhammed diyar kir ku ji ber buhabûna bileta balafirê ez nikarim vegerim welatê xwe. Serma vir ji tehdîda DAIŞê xeternaktir e.

    Muhammed di berdewamiya axaftina xwe de got, ne tenê ez, gelek hevalê min jî texmîn nedikirin ku hewa hewçend sermaye. Me hevî nedikir serma hevkasî bandorê li me bike û ji bo vê em dixwazin vegerin Kurdistanê.

    Her wiha koçberekî din bi navê Emir Kefaf da zanîn ku em ji vir aciz bûn. Mehane 70, 80 yuroyî didin me û ev jî tenê têra xwarinê dike. Em gengaz in ku vegerin.

    Bi heman mijarî:

    Baydemîr: Divê Yekîtiya Ewropa bi lezgînî bikeve dewrê
    Serokê Komara Çek: Ewropa endamtiya Tirkiyeyê divê qebûl neke
    Ewropa 400 hezar koçber dersînor dike
    Ewropa bi pirsgirêkên koçberiyê yên gelekî girîng re rû bi rû ye
    Brezîlya: 'Ewropa di mirina Alan Kurdî de gunehkar e'
    Etîketan:
    İhsan Hasan, Emir Kefaf, Salih Selman, Xefur Mele Muhammed, Fînlandiya, Almanya, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de