20:38 16 Tebax 2017
Zindî
    Wêneyê Qurbangulî Berdîmuhammedov li navenda bajêr

    Li Turkmenistanê kişandin û firotana cixareyê hat qedexekirin

    © REUTERS/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2312

    Li Turkemenistanê sala 2000î kişandina cixareyê û îsal jî kirîn-firotan-reklama wê bi temamî hat qedexekirin.

    Navenda Nûçeyan – Serokê Tirkmenistanê Qurbangulî Berdîmuhammedov bi hinceta ku cixarekêş ji cixareyê nedane dûrxistin Serokê Dezgehê Parastina Civaka Tendurist Atadurd Odmanov ji kar girt û bi biryareke serokomariyê li tevahiya welêt kirîn, firotan û kişandina hemû cureyên titûnê qedexe kir.

    Li gorî biryara ku di rojnameya fermî de hatiye weşandin kesê ku muxalefeta vê biryarê bike bi 710 dolarî û dikana ku bifiroşe jî 5 hezar 200 dolarî tê cezakirin; herwiha reklama hemû cureyên titûnê jî kete ber hukmê vê qedexeyê.

    Piştî ragihandina biryara serokomar, televizyona fermi ya dewleta Tirkmenistanê dîmenên şewitandina hezaran paketên cixareyê belav kirin; lêbelê di bin destan de firotana cixareyan berdewam e ku nirxê pakêtekê gihiştiye 11 dolarî.

    Bi heman mijarî:

    Rûsyayê, ji bo berhemên Tirkiyeyê Îran hişyar kir
    Îran: Mueyîdeyên Amerîkayê yên nû dijî hiqûqê ye
    Topa hawanê ya DAIŞê li Kilisê li bexçeyê dibistanekê ket: 2 kuştî
    Artêşa Tirkiyeyê têl çirandin û cardin derbasî Rojava bûn
    Artêşa Tirkiyeyê kurdekî Serêkaniyê bi guleyan kuştin
    Etîketan:
    cezayê cixarekêşiyê, qedexe, kirîn, firotan û kişandina hemû cureyên titûnê, Dezgehê Parastina Civaka Tendurist, Atadurd Odmanov, Qurbangulî Berdîmuhammedov, Tirkmenistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de