09:06 17 Tebax 2017
Zindî
    Endonezya

    Li paytextê dîsa teqîn

    © REUTERS/ Beawiharta
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 203 0 0

    Îro berê sibehê li paytextê Endonezyayê li Cakartayê di encama 6 êrişên komkujî de 7 kes hatibûn kuştin.

    Endonezya
    © Foto: AFP 2016/ Muhammad Zulfan Dalimunthe
    Navenda Nûçeyan — Îro berê sibehê li paytextê Endonezyayê li Cakartayê di encama 6 êrişên komkujî de 7 kes hatibûn kuştin. Hat ragihandin ku li Cakartayê têqînên nû pêk hatin.

    Ajansa nûçeyan ya Reutersê ku zanyariya xwe dispêre televîzyona Kompasa Endonezyayê ragihand ku li Cakartayê têqînên nû pêk hatine.

    Hê jî sedema teqînê nayê zanîn lê gelek polês ji bo herêma bûyerê hatine şandin. Her wiha li gorî zanyariyên berdest teqînên ku çêbûne nêzî teqînên berê sibehê ne.

    Berdevkê Miduriyeta Ewlehiyê Muhammed Îqbal piştî teqînê daxuyaniyek da û got, dengê teqînekê hat lê li gorî texmînên me belkî dengê teqîna lastîkekî be, em tu îhtîmalê pişt guh nakin.

     

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de