06:23 24 Hezîran 2018
Margot Wallstrom

Îsraîlê, Wezîra Swêdê wekî ‘kesê nexwestî' îlan kir

© AFP 2018 / Ilmars Znotins
Cîhan
Lînkê kurt
0 02

Ji bo ku Wezîra Derve ya Swêdê Margot Wallstromê gotibû, di nava 4 mehên dawî de gelek kes ji terefê Artêşa Îsraîlê ve hatin kuştin û divê lêpirsîn were dest pê kirin, Îsraîlê ew wekî ‘kesekî nexwestî îlan kir.

Navenda Nûçeyan — Ji bo ku Wezîra Derve ya Swêdê Margot Wallstromê gotibû, di nava 4 mehên dawî de gelek kes ji terefê Artêşa Îsraîlê ve hatin kuştin û divê lêpirsîn were dest pê kirin, Îsraîlê ew wekî ‘kesekî nexwestî îlan kir.

Wezareta Derve ya Îsraîlê di daxuyaniya nivîskî de ragihand, peyvên Wallstrom ji berpirsyarî û ji rastiyê dûr in. Wezîra Swêdê bi piştgiriya terorîzmê şidetê teşwîq dike. Em serdana Wallstrom û nûnerên wê ya Îsraîlê red dikin.

Her wiha Cîgira Wezîrê Derve ya Îsraîlê Tzipi Hotovely îdia kir ku Wezîra Swêdê piştgiriya terorîzmê dike û got, niha di tekoşîna dijî terorîzmê de em di çeperên herî pêş de şer dikin û ev daxuyaniyên wiha piştgiriya terorîzmê dikin û şidetê teşwîq dikin.

Îsraîlê berê bangî balyozê swêdî kiribû

Ji aliyê din ve ji bo axaftina Wêzîra Derve ya Swêdê ku helwesta Îsraîlê rexne kiribû, Wezareta Derve ya Îsraîlê jî bangî balyozê Swêdê yê li Tel Avîvê kiribû û nerazîbûna xwe anîbû ziman.

Bi heman mijarî:

Rûsya: Dê Yûnanîstan û Îsraîl şûna Tirkiyeyê bigrin
Li sînorê Îsraîl û Libnanê şer
Hizbullah: Îsraîl wê hisabê kuştina fermandarê me bide
Îsraîl: Bila Erdogan dev ji vî zimanê xwe yê tewş berde
Îsraîl lîsteya xwe ya terorîstan berfireh dike
Etîketan:
Wezareta Derve ya Swêdê, Wezareta Derve ya Îsraîlê, Tzipi Hotovely, Margot Wallstrom, Îsraîl, Swêd
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de