22:37 23 Tebax 2017
Zindî
    Tony Blair

    Tony Blair: ‘Silav li Pêşmerge ku bûye hêzeke efsane’

    © Foto: FB
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 4501

    Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Tony Blair di hevdîtineke ligel Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Karwan Cemal de derbarê gelek mijarên Kurdistanê de ramanên xwe şîrove kirin.

    Navenda Nûçeyan — Nûnerê Herêma Kurdistanê yê Brîtanyayê Karwan Cemal li ser rûpela xwe ya Facebookê eşkera kir ku bi Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Tony Blair re hevdîtinek pêk aniye û got: ‘Min bi Serokê Weqfa Tony Blair a Ayînî re hevdîtinek pêk anî ku ew serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Tony Blair bi xwe ye. Di hevdîtinê de min ji bo rola wî ya di rizgarkirina Iraqê de sipasiya gel û rêveberiya Herêma Kurdistanê anî ziman.’

    Cemal di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: ‘Bi awayekî berfireh em li ser rewşa Herêma Kurdistanê û şanoyên siyasî yên li herêmê bi giştî axivîn. Herwiha me pevçunên berjewendiyan û dîtinên Herêma Kurdistanê yên piştî azadbûna Iraqê jî bi awayekî kurt nirxandin.’

    Karwan Cemal diyar kir ku Tony Blair di beşeke axaftina xwe de qala şerê Hêzên Pêşmerge yê bi terorîstên DAIŞê re û serkeftinên Kurdistanê yên leşkerî jî kiriye û gotiye: ‘Ev ne şer ne tenê şerê we ye, şerê me ye jî. Silav li wan pêşmergeyan be ku bûne hêzeke efsane. Ji bo berdewamiya vê efsaneyê divê civaka navneteweyî alîkariyeke zêdetir bide Kurdistan û Hêzên Pêşmerge.’

    Li gorî vegotina Nûnerê Herêma Kurdistanê, Tony Blair gotiye ku ew dê hertim bi ser Weqfa Tony Blair de alîkariya Kurdistanê bike.

    سه‌ردانی به‌ڕێز تۆنی بلێر سه‌رۆک وه‌زیرانی پێشووی به‌ریتانیامان کرد، ئێستا سه‌رۆکی دامه‌زراوه‌‌ی تۆنی بلێر بۆ بیروباوه‌ڕ…

    Posted by Karwan Jamal Tahir on Çarşem 13 Çilê 2016

    Bi heman mijarî:

    Fransa, li çeperên DAIŞê yên li Mûsilê xist
    Serokê AKPê îstîfa kir
    400 karkerên wê xana navdar bê kar man...
    Almanyayê Tirkiye derewand
    FLAŞ - YPG: "Tirkiye terorîstan derbasî Suriyeyê dike"
    ‘Ji tirsa teqînê, me xwe di tuwaletê de veşart’
    Etîketan:
    pevçûnên berjewendiyan, şanoyên siyasî, sipasiya gel û rêveberiya Herêma Kurdistanê, Pêşmergeyê efsane, Weqfa Tony Blair, Nûnertiya Herêma Kurdistanê yê Brîtanyayê, Karwan Cemal, Tony Blair, Brîtanya, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de