16:53 25 Hezîran 2018
Çapemeniya cîhanê

Çapemeniya cîhanê: 'DAIŞ li Tirkiyayê dixe û Tirkiya li kurdan'

© Foto: IMC TV
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Çapemeniya cîhanê îro têkiliyên Tirkiya û DAIŞê gotebêjkirin û ji wan yekê wiha got: 'DAIŞê li Stenbolê qetliyam kir, Erdogan nikaribû vê carê kurdan sûcdar bike; lê berê êrişa neda DAIŞê û dîsa da kurdan.'

Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya rojnameya DIE WELTE Sebastian Kurz di hevpeyvîneke li rojnameya almanî DIE WELT de diyar kir ku ‘eger Yekîtiya Ewropayê parastina sînorên xwe teslîmî Enqereyê bike, ev yek dê bibe sedema girêdaneke kûr a Yekîtiya Ewropayê bi Tirkiyê ku ev yek pir xeternak e; herwiha gelek siyasetmedar ji wêneyên neşîrîn ên parastina sînoran ditirsin; lê nabe ku karê koçberiyê teslîmî tirkan bikin û destpaqij bimînin.’

Malpera Europe Online Magazin jî diyar kir ku Tirkiyayê piştî teqîna Stenbolê berê xwe neda DAIŞê û çû Qendîl bombebaran kir. Herwiha rayedarekî Tirkiyayê diyar kir ku ew nikarin tirkan ji bo şerê DAIŞê îqna bikin.

Beşa ingilîzî ya Dengê Amerîkayê di nûçeyeke bi îmzeya Jamie Dettmer de çavkoriya Ewropayê ya li hemberî qirkirina kurdan rexne kir û çavkoriya Amerîkayê ji bîr kir; herwiha nûçe digel wêneyê zarokên ku qewanên fîşengan berhev dikin hate weşandin.

Malpera Chicago Tribune got ku DAIŞê li Stenbolê qetliyam kir, Erdogan nikaribû vê carê kurdan sûcdar bike; lê berê êrişa neda DAIŞê û dîsa da kurdan.

Haaretza îsrayîlî gotineke Sirri Sureyya Onder hilda û got: Îzolekirina Ocalan ji xwe bangewaziya şer e û Tirkiyayê bi agir lîst.

Bi heman mijarî:

ÎHD: ‘Di nav 5 mehan de 170 welatî hatin qetilkirin'
Li dijî wesayîta zirxî çalakî: Herî kêm 3 polês birîndar bûn
YNK: ‘Mela Bextiyar, Demirtaş û Muslim dê li Îtalyayê bicivin’
23 leşkerên tirk ji ber nerazîbûna komkujiyê îstîfa kirin!
Rûsya: Girtiyên DAIŞê yên Antalyayê, berî teqîna Siltanahmedê bû
Konsolxaneya Fransayê dosyeya qetilkirina 3 jinên kurd qebûl nekir
Etîketan:
Kurdistan, Kurdî, kurd, çapemeniya cîhanê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de