19:18 23 Hezîran 2018
Kirim

Avustralya, ambargoya Rûsyayê bi turîzmê bê wate dike

© Sputnik / Sergey Malgavko
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Dewletên rojava ji bo krîza Ûkraynayê ambargo danîbûn ser Rûsyayê û ji bo ku şirkete turîzmê ya Avustralyayê dest bi firotina tûrên Kirimê kir û ev bû sedema nerazîbûnê.

Navenda Nûçeyan — Şirketa turîzmê ya Gateway Travel ku li Avustralyayê feeliyetê dike, ji bo Kirimê pakêtên turê di navbera meha gûlan û cotmehê de amade kiribûn. Şirketê di danasîna tûrê de behsa cihên turîstîk yên Kirimê dike, lê behsa herêmê ku di sala 2014an de bi referandumê bi Rûsyayê ve hatiye girêdan nekiriye.

Serokê Yekîtiya Saziyên Ûkrayna û Avustralyayê Stefan Romaniv nerazîbûna xwe nîşanî firotana pakêtên turan da û got, kesên ku van pakêtên tûrê distînin hûrmeta wan ji nirxê Avustralyayê re û yê ku piştgiriya îlhaqa Kirimê dike dikarin bistînin.

Avustralya, tûra Kirimê rîskeke mezin e

Romaniv ji Wezareta Derve ya Avustralyayê re nameyek şand û feeliyetên şirketa turîzmê şikayet kir. piştî şikayeta Romaniv, Wezareta Derve ya Avustralyayê daxuyaniyek weşand û got, tûra ku ji bo Kirimê tê kirin rîskekî mezin e û divê hemwelatî ji rêwitiya vê herêmê xwe biparêz in. Polîçeyên sîxortaya rêwitiya Kirimê nayên qebûl kirin û dê konsolxaneyên Avustralyayê tu alîkariya nekin.

Bi heman mijarî:

Ignatius: Hevkariya Amerîka bi Rûsyayê re bijarteka herî baş e
Obama: ‘Li dijî DAIŞê daxwaza bikaranîna hêza bejayî kir'
Medyayê hedef girt, Serokomar heqaret kir û Sedat Peker jî tehdîd kir
Amerîka, li Tiflîsê çekên biyolojik çêdike
Rûsya bersiv da Erdogan, em li Lezqiyeyê ‘dewleteke çerçitiyê' ava nakin
Etîketan:
Wezareta Derve ya Avustralyayê, Yekîtiya Saziyên Ûkrayna û Avustralyayê, Gateway Travel, Stefan Romaniv, Kirim, Avustralya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de