11:19 23 Hezîran 2018
Barak Obama, Vladimîr Pûtîn, Sergey Lavrov û John Kerry

Ignatius: Hevkariya Amerîka bi Rûsyayê re bijarteka herî baş e

© Sputnik /
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Rojnamevanê navdar yê amerîkî David Ignatius di gotara xwe de got, li Sûriyeyê ji bo Amerîka ji Rûsyayê pê ve tu şirîk tunene.

Hêzên Deryayî yên Rûsyayê
© Sputnik / / The press service of the Ministry of defense of the Russian Federation
Navenda Nûçeyan — Rojnamevanê navdar yê amerîkî David Ignatius di gotara xwe de got, li Sûriyeyê ji bo Amerîka ji Rûsyayê pê ve tu şirîk tunene, Rûsya di krîza Sûriyeyê de ji bo Amerîkayê bijartekeke gelekî baş e.

Ignatius, gotara bi navê ‘Amerîka mecbure bi Pûtîn re hevkariyê bike' ku di rojnameya Washîngton Postê de nivîsand de got, digel ku Rûsya piştgiriya Serokê Sûriyeyê Beşar Esad dike, dîsa jî Moskova ji bo Washîngtonê hevkarekî dîplomatîk û stratejîk e.

Pûtîn bi parastina Esad, peyamê dide Amerîkayê

Ignatius di berdewamiya gotara xwe de dibêje, li gorî hinek nûçeyan Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn dê mafê penaberiyê bide Beşar Esad û ev bi awayekî eşkere peyameke ji bo Amerîkayê. Wezîrên Derve yên Rûsya û Amerîkayê Sergey Lavrov û John Kerry li Viyanayê ji bo Sûriyeyê mesaiyeke nêz bi hev re derbas dikin. Her wiha Dîrektorê CIAyê John Brennan, ji bo tekoşîna dijî DAIŞê û mijara xistina balafira rûsî ji terefê Tirkiyeyê ve daîm bi rayedarên Rûsyayê re di nava pêwendiyan de ye.

Bêçareyî an jî rastiya polîtîkaya derve

David Ignatuis di dirêjiya axaftina xwe de got, Serokê Amerîkayê Barak Obama dixwaze bi Pûtîn re hevkariyê bike, ev rastiya politikaya derveye an jî ji bêçareyî ye. Di mijara Sûriyeyê de ji bo hinek kesan her du jî rast in.

Etîketan:
Serokê Amerîkayê, Serokê Dewleta Rûsyayê, CIA, David Ignatius, Beşar Esad, John Kerry, Sergey Lavrov, Barak Obama, Amerîka, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de