19:50 18 Hezîran 2018
Çekên kîmyewî

Amerîka, li Tiflîsê çekên biyolojik çêdike

© AP Photo / Alfonso Perez
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat îdiakirin ku Amerîka li paytextê Gurcistanê li Tiflîsê di laboratuwarekê de çekên biyolojik çêdike.

Hêzên Deryayî yên Rûsyayê
© Sputnik / / The press service of the Ministry of defense of the Russian Federation
Navenda Nûçeyan - Rêvebiriya Rûsyayê di Stratejiya Ewlehî a Neteweyî ya 2016an de gotibû ku Amerîka li derdora Rûsyayê tora laboratuwarên biyolojîk vekiriye û ev jî ewlehiya me ya neteweyî tehdîd dike.

Her wiha piştî vê agahiya Rûsyayê, nivîskarê kovara New Easter Outlooka Amerîkayê Henry Kamens jî di gotara xwe de behsa vê agahiyê kir.

Kamens di gotara xwe de dibêje, ev hemleya dawî ya senatorê Amerîkayê Richard Lugare ku ev laboratuwar ji bo ku Amerîka li hemberî riska biyolojik bikaribe xwe biparêz e. Wezareta Parastinê ya Amerîkayê û şirketa Bechtel National ji bo nûjenkirinê çûne bajarê Tiflîsê.

Min planên laboratuwarê, ji tirkekî standin

Henry Kamens di berdewamiya gotara xwe de dibêje, baskê Artêşa Amerîkayê yê ku bi lêkolînên tibî re eleqedar dibe MRMCyê jî di projeyê de cih girtiye. Di destê min de kopyeyên orjînal yên laboratuwarê hene. Di sala 2011an de karkerekî tirk yê înşeatê da min. Ji xeyrî van hinek belgeyên ku Amerîkayê bi dizî ev avahî çêkiriye jî di destê min de hene.

Dibe Amerîka vê laboratuwarê bi kar bîne

Karmens di dirêjiya axaftina xwe de got, dibe heta demeke nêz derbarê laboratuwarê de skandaleke navneteweyî çêbibe. Washîngton vê laboratuwarê wê ji bo felaketa xwezayê bi kar bîne. Amerîka wekî ku li Wîetnamê kir, dikare madeya patolojik berde hewayê û ewran bikar bîne.

Bi heman mijarî:

Amerîka: 'Artêşên Rûsya û Çînê bi me re ketine reqabetê'
Li gorî Pentagonê, Amerîka ji bo Rûsyayê ne tehdîd e, lê Rûsya tehdîd e
Rûsya: Amerîka bi ziman tekoşîna DAIŞê dike
Rûsya û Amerîka li ser lîsteya terorîstan li hev kir
Bush: Her diçe Rûsya bi hêz dibe û Amerîka jî winda dike
Etîketan:
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê, MRMC, Stratejiya Ewlehî a Neteweyî ya 2016an, Henry Kamens, Tiflîs, Gurcistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de