01:13 24 Mijdar 2017
Zindî
    Hêzên Deryayî yên Rûsyayê

    Amerîka: 'Artêşên Rûsya û Çînê bi me re ketine reqabetê'

    © Sputnik/ / The press service of the Ministry of defense of the Russian Federation
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1911

    Fermandarê amerîkî John Richardson li Klûba Çapemeniya Neteweyî axivî û got: DYA di van 25 salên dawîn de cara yekem e ku bi hêzên mezin re dikeve reqabetê.

    Navenda Nûçeyan — Serokê Muharebeyê yê Hêzên Deryayî yên DYAyê John Richardson diyar kir ku Amerîka piştî şerê sar ev cara yekem e ku bi artêşên Rûsyay û Çînê re dikeve reqabetê.

    Richardson eşkere kir Rûsya û Çîn ji bo hêzdarkirina artêşên xwe derfetên xwe seferber dikin û cebilxaneyên xwe yên nûjen zêde dikin.

    Fermandarê amerîkî destnîşan kir ku artêşa rûsî stratejiyeke berfirehbûnê dişopîne û artêşa çînî jî qada çalakiyên xwe berfireh dike, divê bersiva vê hêzê bê dayîn.’

    Di dawiya axaftina xwe de Richardson wiha got: 'Em çalakiyên her du artêşên Rûsya û Çînê ne wekî xetere, lê wekî reqabetekê dihesibînin. Vê gavê du dewlet ji bo ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê xetere ne: Îran û Koreya Bakurî.'

    Bi heman mijarî:

    Erdogan tehdîd û heqaret kir: 'Ey rewşenbirên muswede, hûn tarî ne'
    Konvoya S-300î ya Rûsyayê kete kemînê
    Artêşa Sûriyayê gundê tirkmen ji destê El Nusrayê derxist
    KURDİSTAN - Teqîn: 2 kuştî û 1 birîndar
    Pûtîn hedefa nû diyar kir: 'Bila balafir bifirin her derê'
    Bîlançoya rojeva Tirkiyayê: Şer, pevçûn, înfaz, kuştin û teqîn...
    Etîketan:
    ewlehiya neteweyî, artêşa rûsî, artêşa çînî, Rêveberiya Muharebeyê ya Hêzên Deryayî yên DYAyê, John Richardson, Çîn, Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de