09:29 25 Hezîran 2018
Leşkerê Ûkraynayê

Ûkraynayê, çav berda alîkariya leşkerî ya Amerîkayê

© AP Photo / Efrem Lukatsky
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Balyozê Ûkrayna yê li Washîngtonê Valeriy Çaliy diyar kir ku alîkariya leşkerî ya Amerîkayê beşa pêşî di mehên pêş de dê were teslîm kirin.

Navenda Nûçeyan — Balyozê Ûkrayna yê li Washîngtonê Valeriy Çaliy diyar kir ku alîkariya leşkerî ya Amerîkayê beşa pêşî di mehên pêş de dê were teslîm kirin. Kongreya Amerîkayê, ji bo ku bikaribe alîkariya leşkerî bişîne li ser qanûnan xebatê xwe didomîne.

Çaliy di berdewamiya axaftina xwe de got, Amerîka, ji budçeya 2016an dixwaze 658 milyon dolar alîkariya leşkerî ji Ûkraynayê re bişîne. Lê ji bo bi kar anîna alîkariya leşkerî divê vesaziyên qanûnî werin derxistin. Ev alîkariya ku were kirin heta demeke nêz dê têkeve fermiyetê.

Arseniy Yatsenyuk
© AP Photo / Efrem Lukatsky
Amerîka, piştî krîza Ûkraynayê alîkariya leşkerî kir

Amerîkayê alîkariya leşkerî ya pêşî sala borî şand û di nava wê alîkariyê de 230 wesayîtên leşkerî, bêtêl, pêlgir, wesayîtên hewayî yê bê mirov, dûrbînên şevê û gelek amûrên leşkerî ku buhayê wan 75 milyon dolar bû şandibûn.

Her wiha rêvebiriya Washîngtonê ji bo ku perwerdeya leşkerî bidin 300 leşkerên xwe Nîsana 2015an şandin Ûkraynayê.

Bi heman mijarî:

Ûkrayna: Qanûnên me destûra avakirina baregeha leşkerî ya Amerîkayê nade
Ûkrayna: Em deynê Rûsyayê nadin
Ûkrayna dixwaze zimanê rûsî ji pasaportan bibe
Seferên balafiran ên navbera Ûkrayna û Rûsyayê hatin rakirin
Ûkrayna kirîna gaza rûsî qut kir
Etîketan:
Balyozê Ûkrayna yê li Washîngtonê, Valeriy Çaliy, Ûkrayna
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de