05:39 12 Kanûn 2017
Zindî
    Ala Amerîka

    Amerîka: Erdogan dixwaze bibe Siltanê Osmanî yê nû

    © Foto: AA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Senatorê amerîkî yê Komarparêz Dick Black diyar kir ku ez Tirkiye û Erebîstana Siûdî ji bo aştiya cihanê wekî tehdîd dibinim.

    Navenda Nûçeyan - Senatorê amerîkî yê Komarparêz Dick Black diyar kir ku ez Tirkiye û Erebîstana Siûdî ji bo aştiya cihanê wekî tehdîd dibinim. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dixwaze bibe Siltanê Osmanî yê nû.

    Senatorê Virginiayê Dick Black di hevpeyvîna xwe ya televîzyona Rossia Today (RT) de ragihand ku Amerîka ji bo têkiliya dirêj ya bi Erebîstana Siûdî re hovîtiya li wir nabîne. Siûdî, fikra Wehabiyetê li cihanê belav dike û Erdogan jî dixwaze bibe Siltanê Osmanî yê nû.

    Black di berdewamiya axaftina xwe de got, Erdogan gelekî fênek û nîyet xirabe, li gorî min xetereyek mezin e. Lewma hefteyek berê behsa Almanyeya Hîtleran kir.

    İgor Konaşenkov
    © Foto: Wezareta Parastinê ya Rûsyayê
    Siûdî û Tirkiye, krîza Sûriyeyê derxistin

    Senator Black di dirêjiya axaftina xwe de got, krîza Sûriyeyê bi xebat û hewldanên Erebîstana Siûdî û Tirkiyeyê derket, heke ev nebûna dê nehata vê astê. Tirkiye bi awayekî eşkere alîkariya DAIŞ û El Nûsrayê dike. Hemû çek, teqemenî, teçhizat û amûrên leşkerî ji Tirkiyeyê diçin. DAIŞ, rojane 44 hezar bermîl petrol dişine û piraniya vê jî bi rêyên qaçax ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê dibe.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞ - 2 teqîn; Bi dehan kuştî û birîndar hene
    DAIŞ û El Qaîde hev bihêz dikin
    DAIŞ, moşekên ku bikaribe balafiran bixîne çêdike
    Rûsya: ‘Îhtîmaleke mezin DAIŞ çekên kîmyewî bi kar tîne
    REQA - Balafirên Fransayê DAIŞ bombe kirin
    Etîketan:
    Senatorê Amerîkayê, El Nûsra, DAIŞ, Dick Black, Recep Tayyip Erdogan, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de