13:24 21 Hezîran 2018
Nêçîrvan Barzanî û Marco Carnelos

Îtalya: ‘Em ê tîmeke leşkerî ya din jî bişînin Kurdistanê’

© Foto: Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Êvara roja duşeme (11.01.2016) Balyozê Îtalyayê yê li Iraqê û şanda dîplomatîk-leşkerî ya pê re çûn serdana Serokwezîrê Kurdistanê û hevdîtinek pêk anî.

Hewlêr – Di civîna ligel Nêçîrvan Barzanî de Balyozê Îtalyayê yê li Iraqê Marco Carnelos diyar kir ku alîkariyên leşkerî û mirovî yên ji bo Herêma Kurdstanê dê berdewam bike û Îtalyayê biryar daye ku heta demeke nêzîk tîmeke din a meşq û perwerdehiya taybet bişîne Kurdistanê.

Li gorî daxuyaniya Balyozê Îtalyayê ev tîma leşkerî dê Pêşmerge, Polês û Zêrevaniya Herêma Kurdistanî bi rêbazên nûjen û taybet perwerde bike.

Hêjayî gotinê ye ku Konsola nû ya Îtalyayê ya li Hewlêrê Alessandra Di Pippo jî berî çend rojan çûbû serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û di civîna hevnasînê de gotibû ku gel û Hikûmeta Îtalyayê dixwazin ku pêwendiyên heyî derxin asteke baştir û bi pêş ve bibin.

Bi heman mijarî:

Îvanov: 'Rûsya, 160 malperên ku piştgirî didan terorîstan girtin'
Walîtî li kolanekê ji bo 2 saetan qedexe rakir
Demirtaş: ‘Em dê vê teqînê bişopînin'
Endamên DAIŞê xwe di nava kampa de vedişêrin
Polêsan bi ser mala parlamenterên HDPê de girt
Raporên otopsiyê nadin malbatan
Etîketan:
meşq û perwerdehiya taybet, alîkariyên leşkerî û mirovîn, Balyozxaneya Îtalyayê ya li Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Marco Carnelos, Nêçîrvan Barzanî, Îtalya, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de