07:48 12 Kanûn 2017
Zindî
    Kampa koçberan

    Endamên DAIŞê xwe di nava kampa de vedişêrin

    © NASA. Benoit Tessier
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Fransayê li qeraxa Deryaya Manşê li Calaisê kampeke bi navê Daristan ji bo penaberan hat vekirin.

    Navenda Nûçeyan — Li Fransayê li qeraxa Deryaya Manşê li Calaisê kampeke bi navê Daristan ji bo penaberan hat vekirin. Pisporekî dijterorê yê brîtanî Kevin Hurley hişyarî da û got dibe di nava koçberên kampa ku li qeraxê Deryaya Manşê hatiye vekirin endamê rêxistina terorîst ê DAIŞê hebin.

    Kevin Hurley ji bo belgesela BBCyê çû kampa qeraxa Deryaya Manşê û got, milîtanên ku ji Iraq û Sûriyeyê hatibin dikarin bi hêsanî xwe di nava koçberan de veşêrin û vê wekî wezîfeyekê bikin.

    Heke ez cihadîst bûma, min jî dê xwe li vir veşarta

    Hurley di berdewamiya axaftina xwe got, li gorî agahiyên hinek koçberan ku dibêjin li kampê hinek kesên tirsnak digerin û rasterast kare DAIŞê dikin. Kamp ne li gorî tu polîtîkayan tê birêvebirin û ji bo vê di rastiyê de mirov nizane kî li vir dijî. Heke ez jî cihadîst bûma min jî dê xwe li vir veşarta.

    Ev peyvên ehmeqî ne

    Ji aliyê din ve hinek aktîvîstên ku ji Hurley bêtir dem li kampê bihurandine, gotinên Hurley bi ehmeqî û bankere tirsê bi nav kirin. Aktîvîst Vincent Coninck j, The Localê re axivî û destnîşan kir ku, ev însan ji şer direvin û îdiakirina van tiştan gelekî ehmeqane ye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Fransa: ‘Serkeftina bejahiyê di destê YPG û Pêşmerge de ye’
    Fransa: ‘Kurdistan dewleta nû ya Rojhilata Navîn e'
    Fransa: 'Divê li dijî DAIŞê destekê bidin Kurdan'
    Fransa: Divê li dijî Mûsil û Reqqayê operasyon were lidarxistin
    Fransa: Hêviya me kurd in
    FRANSA - Bombebarana Reqayê dest pê kir!
    Etîketan:
    DAIŞ, Vincent Coninck, Kevin Hurley, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de