01:52 25 Hezîran 2018
Sevim Dagdelen

Partiya Çep a almanî: ‘Hikûmeta tirk bi çekên almanî kurdan qir dike’

© Wikipedia
Cîhan
Lînkê kurt
0 20

Li gorî nûçeya Rûdawê, Partiya Çep a Almanyayê DIE LINKE bang li hikûmeta Almanyayê kiriye ku dawî li “hevpariya sûcê li dijî kurdan“ bîne.

Navenda Nûçeyan — Li ser malpera DIE LINKE (Partiya Çep) ya almanî bangekeke partiyê hatiye belavkirin ku dibêje: ‘Tirkiya krîza koçberan bi kar tîne û dixwaze ku di bin siya vê krîzê de xwe ji kurdan xilas bike. Hikûmeta Almanyayê jî hevparê şerê navxweyî yê tirk-kurdan e, bi zanebûn kiryarên hikûmeta tirk qebûl dike, zilma li holê nabîne û piştgiriyê dide dewleta tirk.'

Di berdewamiya bangê de Parlementera Partiya Çep Sevim Dagdelen wiha dibêje: ‘Dema ku Erdogan behsa “terorîstan” dike, mebesta wî ne DAIŞ e, lê kurdên Sûriya û Tirkiyayê ne. Terora wî ya bi destê dewletê li dijî kurdan e.’

Dagdelen tevgera hikûmeta Almanyayê jî wiha rexne dike: ‘Hikûmeta Almanyayê ji koçberan ditirse; lewre binpêkirinên mafên mirovan nabîne û nake xem. Niha Almanya bê şert û merc piştgiriyê dide Erdogan û hikûmeta AKPê.’

Di dawiya bangê de jî Dagdelen wiha dibêje: ‘Hikûmeta tirk li dijî hemwelatiyên xwe yên kurd şer daye destpêkirin û komkujiyan pêk tîne. Lewre divê hikûmeta Almanyayê dewleta tirk bi tundî şermezar bike û bangî balyozê Tirkiyayê bike. Herwiha divê hikûmeta Almanyayê ji bo avakirina bingeheke aştiyê bikeve nava hewldanan. Pêwîst e hevkariya leşkerî-îstixbaratî û polêsî, herwiha şandina çekan demildest bên rawestandin. Ji ber ku çekên alman dikujin, tirk bi çekên almanî kurdan tasfiye dikin.’

Hêjayî gotinê ye ku Sevim Dagdelen jineke kurd e ku di Parlamentoya Ewropayê de bi ser lîsteya Fraksiyona Partiya Çep bûye parlamenter. Dagdelen hem berdevka pêwendiyên navnetewî yên DIE LINKE ye hem jî cîgira serokê koma parlementerên alman-tirk e.

Bi heman mijarî:

Li Xîzanê mirina bi guman a keçekê
'Pêwîste her kes piştgiriya berxwedana Bakûr bike'
DAIŞ - 2 teqîn; Bi dehan kuştî û birîndar hene
Sekreteryaya Ocalan di bin tecrîdeke mezin de ne
Li pêşiya Seferatxaneya TC a li Londrayê çelenga reş hat danîn
Etîketan:
hevkariya leşkerî-îstixbaratî û polêsî, avakirina bingeheke aştiyê, bê şert û merc piştgirî, binpêkirinên mafên mirovan, terora bi destê dewletê, kiryarên hikûmeta tirk, hevparê şerê navxweyî, krîza koçberan, Partiya Çep (DIE LINKE) a almanî, Sevim Dagdelen, Almanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de