06:28 20 Sibat 2018
Zindî
    Sûriye

    Krîza Sûriyeyê dewam bike dê Urdun û Libnan jî perçe bibin

    © AFP 2018/ AMMAR SULEIMAN
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Senatorê Komarparêz ê Amerîkayê Lindsey Graham destnîşan kir ku heke krîza Sûriyeyê rast neye çareserkirin dê Urdun û Libnan jî perçe bibin.

    Navenda Nûçeyan — Senatorê Komarparêz ê Amerîkayê Lindsey Graham ji ajansa Spûtnîkê re axivî û got, heke krîza Sûriyeyê rast neye çareserkirin dê Urdun û Libnan jî perçe bibin.

    Graham di axaftina xwe de got, krîza Sûriyeyê bandorê li Urdun û li Libnanê jî dike. Sûriye di rojhilata navîn de wekî pençeşêrê ye, heke em Sûriyeyê neynin asteke baş û pirsgirêk ji kontrole derkevin hûn hew dikarin çareser bikin.

    Du rêyên çareseriyê hene

    Senatorê Amerîkayê Lindsey Graham di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rêyên çareseriyê yên Sûriyeyê û got, ya pêşî tunekirina DAIŞê ye û ya duyemîn jî pêvajoyeke ku li şûna Serokê Sûriyeyê Beşar Esad namzedekî ku herkes li ser li hev bike were amadekirin. Ne tenê pêwistiya Amerîka û ereban heye ku DAIŞê têk bibin, ev pêwistiya hemû cihanê ye. Rêxistin ji bo Rûsyayê jî tehdîd e. Esad di çavê gelek sûriyeyiyan de meşrubûna xwe winda kiriye. Ji bo vê divê gelê Sûriyeyê serokekî xwe yê nû hilbijêre.

    Bi heman mijarî:

    Îran êdî kurdan dişîne şerê li Sûriyeyê
    Artêşa Sûriyeyê, li Lezqiyeyê cihên stratejîk bi dest xistin
    Ji Rûsyayê bo Sûriyeyê 14 hezar ton bar
    Washîngton: Divê Iraq û Sûriye werin perçekirin
    7 leşkerên din ên Îranê di şerê Sûriyeyê de hatin kuştin
    Etîketan:
    Serokatiya Dewleta Sûriyeyê, Senatorê Amerîkayê, Beşar Esad, Lindsey Graham, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de